Parlamenterê Iraqê Kazim Tukî duh di daxuyaniyek xwe de behsa pirsgirêka avê ya li Iraqê kir ku sedema wê dewleta tirk a dagirkere. Kazim Tukî di daxuyaniya xwe de got ku ger dewleta tirk avê weke çekek bikartîne, divê Hikûmeta Iraqê jî kerta aboriyê weke bersivek bikarbîne û zextê li Tirkiyeyê bike.
Di dewama daxuyaniya Tukî de tê gotinku: “Êdî şerên leşkerî nînin, welatên cîhanê êdî bi şerê aborî û bazirganiyê xwe digihînin armancên xwe. Ji bo vê pêwîste Iraq jî kerta aboriyê dijî Tirkiyeyê bikarbîne da ku para avê ya Iraqê berde. Iraq ji ber qeyrana avê ku sedema wê dewleta tirk e, aram nabe. Helwesta Iraq ya ji ber kerta aboriyê dijî Tirkiyeyê bikarnaîne jî cihê rexnekirinê ye.”
Kazim Tukî dibêje; “Divê Hikûmeta Iraqê zextê li Tirkiyeyê bike, ji ber ku niha asta bazirganiya di navbera her du welatan de gihiştiye astek bilind. Hemû welatên cîhanê xwedî kerta aboriyê ne û ji bo bigihin armancên xwe bi welatên din re bikartînin. Divê Iraq jî vê rêyê bikarbîne.”