Li bejahiya gundê Peyindasê sibeha 10’ê tebaxê bi hinceta şer, artêşa tirk 8 gundî binçav kir. Kerem Arvas, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras, Mehmet Çelîk ên li qereqolên leşkerî yên li Tetwanê hat girtin, di şeva 12’ê tebaxê de dema hiştina li qereqolan ji bo 24 saetan hat dirêjkirin.
Aqûbeta Fetûllah Arvas û Ekrem Arvas ên hatin revandin jî nayê zanîn. Parêzera Kerem Arvas Berfîn Ozan diyar kir ku îşkence li muwekîlê wê hatiye kirin, wan rapora lêdanê wergirtine û wê ji ber îşkenceyê gilî bikin.