Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin

Parlamenterê DEP’ê yê demê Sirri Sakik ku di dema Komkujiya Dîgorê de bi şandeyê re çûbû herêmê da zanîn ku li dijî kurdan bi hezaran êriş hatin kirin lê faîlên wan tu caran nehatin girtin û darizandin.

Li navçeya Dîgor a Qersê gundiyan ji bo ferzkirina cerdevaniyê û zexta dewletê protesto bikin, meş li dar xistin û hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 30 sal derbas bûn. Gundî, di 14ê tebaxa sala 1993’yan de ber bi Dîgorê ve dest bi meşê kirin û hêzên ewlekariyê jî gule lê barandin. Di komkujiyê de welatiyên bi navên Gulcan Çagdavul (8 ), Selvî Çagdavul (14), Yeter Kerencîler (13), Necla Geçener (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Zeynep Çagdavul (19), Hacer Hacioglû (20), Suna Çîdemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemîl Ozvariş (39), Giyasettîn Çalişçi (41), Hasan Çagdavul (43), Suleyman Taş (47), Nûrettin Orun (80) û Tutiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. Faîlên komkujiyê jî bi polîtîkaya necezakirinê hatin xelatkirin.

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê wê demê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê yê niha Sirri Sakik ku di nava şandeya çûbû cihê bûyerê de cih girtibû, têkildarî Komkujiya Dîgorê axivî.

Sakik, da zanîn ku di sala 1993’yan de hema hema li her devera kurd lê dijiyan zextên giran hebûn û wiha domand: “Dewletê yan hewl dida gundan vala bike yan jî bi darê zorê wan bike cerdevan. Li navçeya Dîgor a Qersê jî zextekî wiha hebû. Şêniyên gundan xwestin di 14’ê tîrmehê de vê bûyerê protesto bikin û dest bi meşê kirin. Gule li welatiyan hatin reşandin û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema agahî gihiştî ber destê me, li gel komeke hevalan em ji Enqereyê çûn herêmê. Em bûn şahidê wehşeta li wê derê. Em çûn cem waliyê wê demê. Walî gelek hewl dida ji bo vê komkujiyê hincetekî biafirîne. Digot bêyî agahiya wî hatiye kirin. Em bûn şahid ku tîmên taybet zextê li walî dikin.”

Bi domdarî Sakik anî ziman ku wê demê birîndarên li nexweşxaneyê ziyaret kirin û wiha pê de çû: “Me dît bê ka li wir zextekî çawa li nexweşan dikirin. Dewletê, terorîzma xwe li nexweşxaneyê jî didomand. Ji bo ku welatî bi me re neaxivin tişta ji dest dihat dikirin. Lê tevî vê yekê jî em bi welatiyan re axivîn.  Em roja duyemîn çûn Dîgorê. Me bi qeymeqam re hevdîtin kir. Lê ew jî gelek diltirs bû. Dema em li hundir rûdiniştin, komeke tîmên taybet bi darê zorê ketin hundir û qeymeqam jî ji tirsan dileriziya. Li dijî me jî dest bi êrişê kirin. Em bûn şahid bê ka li wê derê komkujiyeke çawa kiribûn. Li devereke qeymeqam û walî bêbandor û bêraye her tişta dixwestin dikirin.”

Di berdewamê de Sakik anî ziman ku hêzên ewlekariyê gef li wan jî xwarin û wiha got: “Me got ku em ê biçin gundên bûyer lê qewimîne. Li ser vê yekê yekî ji me re got; ‘Hûn dê hêj gelek biçin şînan. Heke hewce bike em ê bên Meclisê. Heke hewce bike em ê li parlamentoyê serî jê bikin. Hêzên ewlekariyê yên wiha bêperwa hebûn. Ji me re gotin ku PKK’ê gulebaran kiriye. Me jê re got ku li holê cenazeyên leşker û PKK’iyan nînin. Dema em çûn gundan, şêniyan tişta qewimîn vegotin. Hemû jî gelek tirsiya bûn. Me têkildarî komkujiyê rapor amade kir. Sal ser re derbas bûn lê berpirsyarên wehşeta li Dîgorê nehatin ceakirin. Faîlên 17 kesan diyar bûn lê belê weke komkujiyeke kiryarnediyar di dîrokê de cih girt. Li gel ku faîl diyar bûn jî bûn kiryarnediyar.”

Sakik, diyar kir ku wê demê li Kurdistanê gelek komkujî hatin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê xebatên kontrayê pir zêde bûn. Piştî komkujiyên li Dîgor û Milazgirê, li Vartînîsê malbatek hate şewitandin û qetilkirin. 10 kes bi zindî şewitandin û kuştin. Dema çûm wê derê, me cenazeyên pitikan ên şewitî dîtin. Me ev bûyer jî anî rojevê. Wê demê tiştên wiha zêde dihatin kirin. 2 roj piştî Vartînîsê jî gundê Zengukê şewitandin û 5 xizmên min bi zindî şewitandin. Lê tu faîlên van bûyeran nehatin girtin û darizandin. Pêvajoyeke wisa bû. Zilmekî mezin li kurdan hate kirin. Ji kurdan re digotin; ‘yan hûn dê birevin an jî dê bibin cerdevan. Ji wê rojê heta niha ji kesên dihatin darizandin yek jî nehate girtin. Di polîtîkaya dewletê ya li dijî kurdan de tundî tu caran kêm nebû. Kujer nehatin darizandin. Ji Dîgorê heta Milazgir, Vartînîs, Zengukê, ji Roboskê heta Dedeogûllari, Kemal Kurkut, Denîz Poyraz û hwd. tu caran faîl nehatin dîtin û darizandin.  Ji wê rojê heta niha ev polîtîka didome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar