Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin

Girtî Mehdî Baştîmur ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, parastina xwe bi kurdî kir. Lê parastina Baştîmûr bi hinceta “bi awayekî aşkere hatiye tespîtkirin ku bi tirkî dizane” nehate qebûlkirin.

Girtiyê bi navê Baştîmûr li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Bi hinceta dirûşm berz kiriye, derheqê Baştîmûr de lêpirsîna disiplînê hatibû destpêkirin. Baştîmûr, di çarçoveya lêpirsînê de parastina xwe bi kurdî kir. Lê belê daxwaznameya behsa xeberê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nehat qebûlkirin. Rêveberiya girtîgehê xala 3’yemîn a Destûra Bingehîn ku dibêje “Dewleta Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe ve yekpare ye. Zimanê wê bi tirkî ye” weke hinceta biryara xwe nîşan da.

Di hincetê de wiha hat gotin: “Dema dosya hatî lêkolînkirin derket holê ku daxwaznameyên we yên bi tirkî ku we ji midûriyeta saziyê û meqamên fermî re şandin hene. Bi vê yekê re hatiye tespîtkirin ku tirkiya we ewqas baş e ku hûn daxwaza xwe bi tirkî vebêjin.” Bi vê hincetê jî parastina bi kurdî hat redkirin.

Rêveberiya girtîgehê got ku heke parastina xwe ya bi tirkî û nivîskî heta dîroka hatiye diyarkirin radest neke, dê Baştîmûr weke “ji mafê xwe yê parastinê lêve bûye” were hesibandin. Baştîmûr, jî bi rêya parêzerê xwe got ku rewşa heyî her tim tê dubarekirin. Baştîmûr ev agahî dan: “Kesên parastina xwe bi tirkî nakin weke ‘parastina xwe nekiriye’ tên qebûlkirin û ceza lê tê birîn. Daxwaza me ya ji bo wergêr jî tenê ji hêla hinek dadgeriyan ve tê qebûlkirin lê gelemperî nayê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar