Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Bi ruhê Pêngavê li berxwe bidin!

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li tevahî gelên bindest pîroz kirin û gotin: “Çalakiyên welê bikin ku têkoşîna gerîla bê mezinkirin û ji gerîla re bibe bersiv. Divê ciwanên dilên wan ji bo azadiyê lê dide beşdarî berxwedana dîrokî bibin.”

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Cejna Gerîla û Vejînê ya 15’ê Tebaxê ku bi ked û berdêlên giran 39 sal li pey xwe hişt û kete sala 40’emîn, di serî de li Rêber Apo, di şexsê fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz (Egîd) de li şehîdên mirovahiyê û azadiyê, li gelên bindest û berxwedêr, li gerîlayên leheng ên ku bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîneke mezin dimeşînin û bi ked û fedakariyê derbên giran li dijmin dixin, li hemûyan pîroz dikin. Di şexsê Fermandar Egîd û Fermandar Zîlan de şehîdên azadiyê hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin kuk ji bo gelê kurd ê ku koletî lê hatibû ferzkirin û ji aliyê fîzîkî û çandî ve dihate qetilkirin, Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an a destanî û dîrokî bû gava herî mezin a pêkanîna jiyaneke azad.

Denîz Kaya destnîşan kir ku wate û mezinahiya çalakiyên ku beriya 39 salan li Dihê û Şemzînanê ji aliyê komek ji gerîlayan ve hate kirin, îro hîn baştir tê fêhmkirin û got, “Ji bo gelek hêz û derdoran bû çavkaniya sûdwergirtinê. Cejna Vejînê û Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî û çandî ve xwedî nirxekî mezin e. Bandora vê pêngavê ya li ser asta herêmî û navneteweyî ku bi pêşengiya PKK û PAJK’ê kir, di serî de jin û ciwan tesîreke efsûnî li ser gelek rêxistin û derdoran kir. Hêza me ya gerîla bi çalakiyan bersiv da dagirkerî û mêtingeriya dewleta tirk, di heman demê de fîşek berdan zincîra koletiyê ya li ser gelê me, bi vî rengî gelê me ji nava koletiyê derxistin û hebûna gelê me careke din li nava rûpelên dîrokê bi cih kirin.

Piştî Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an têkoşîna gerîla û rastiya PKK-PAJK’ê ji aliyê leşkerî, civakî, siyasî û çandî ve dewam kir, li gel bandora xwe ya li ser asta herêmî û navneteweyî li Kurisdtanê jî gelek guhertinên siyasî û civakî kir.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana di Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an de hate kirin, gelê kurd ji xewa mirinê hişyar kir, di dil û mejiyê gel de çirûska berxwedanê vêxist û hate gotin, “Kurd wê êdî nebûya Kurdê mîna berê. Wê bibûya Kurdê ku biryar li ser jiyana azad daye, ji bo jiyana azad li ber xwe dide û şer dike.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kirin ku Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê ku 39 sal li pey xwe hişt, bi berxwedaneke hîn mezin dikeve sala 40’emîn, ji aliyê leşkerî, civakî, siyasî, çandî, zanistî û felsefî ve mezin dibe. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an ji ber ku xwedî girîngiyeke mezin a ji bo gelê me ye, weke Cejna Vejînê tê pîrozkirin û weke biryara mezinkirina têkoşînê tê dîtin. Her wiha Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê li gel cewhera neteweyî her wiha xwedî karakterekî gerdûnî ye, weke destpêka pêngava demokrasî û azadiyê ya gerdûnî cihê xwe di nava rûpelên dîroka bi rûmet de digire.”

‘Ji bo mezinkirina têkoşîna gerîla çalakiyan lidar bixin’

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna gerîla ya ku bi Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) li Şemzînan û Dihê destpê kir, îro li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi taybetî jî li Zap, Avaşîn û Metînayê bi ruhê PKK û PAJK’ê ji aliyê Apoyiyan û rastiya berxwedanê ya HPG û YJA Starê ve dewam dike, weke berxwedana parastina rûmetê û xwedîderketina li nirxên mirovahiyê bi taybetî yên gelê kurd, weke hêviyekê dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Fêhmkirina girîngiya têkoşîna gerîla ya ku bi berdêlên giran tê meşandin, yekane rêya têkbirina faşîzmê ye” û bang li gelê kurd û her kesî hate kirin ku xwedî li gerîla derkevin, ji bo mezinkirina têkoşîna gerîla û bersivdayina li gerîla çalakiyan lidar bixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar