Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Maenza: DYA li gor rastiyê tevnagere

Nadine Maenza daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ku guhertina demografiyê li Efrînê înkar dike, rexne kir û destnîşan kir ku DYA ji bo berjewendiyên xwe rastiyê vedişêre û li gor rastiyê tevnagere.

Seroka Sekreteriya Desteya Navneteweyî ya Azadiya Olî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Maenza têkildarî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî, her wiha helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li hemberî guhertina demografiyê ji ANHA’yê re axivî.

Nadine Maenza têkildarî daxuyaniya dawîn a berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Matthew Miller ku guhertina demografiyê li Efrîn û deverên din ên dagirkirî înkar kir û daxuyaniya hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd axivî.

Nadine Maenza got: “Bê guman siyaseta ku tê meşandin guhertina demografiyê ye û Bedran Çiya Kurd mafdar e. Guhertina demografiyê ya ku Tirkiye dide meşandin, ecêb e. Tirkiye koçberên ji deverên din tîne û li deverên kurdan bi cih dike, di heman demê de dest datînin ser malên kurdan, mesîhî û êzidiyan.”

‘Daxuyaniya Miller şaş e’

Nadine Maenza destnîşan kir ku ev kiryar derqanûnî ne û destnîşan kir ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê şaş e. Her wiha anî ziman ku ku wezaret dizane armanca dewleta tirk ji dagirkirinê guhertina demografiyê ye.

Nadine Maenza diyar kir ku DYA di hinek xalan de berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ser aşkerekirina heqîqetê re digire û got: “DYA li pêşberî hinek mercan e ku hewl dide Tirkiyeyê nêzî xwe bike û rê li ber wê bigire da ku xwe nêzîkî Rûsyayê neke. Metirsiyên rasteqîn hene ku têkiliyên her du welatan xirab bibin. Lê ya ku Tirkiye dike DYA’yê bi hêrs dike. Yên xetên sor an jî sînoran derbas bikin, qetilkirina sivîlan bidomînin û îstiqrara herêmê xirab bikin, divê ji aliyê DYA’yê ve werin muhasebekirin.”

‘DYA li dijî kiryarên tirkan bêdeng dimîne’

Nadine ji ber erêkirinên ku DYA dide dewleta tirk ku êrîşên li dijî herêmê bidomîne, xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku heke DYA bê deng bimîne dê êrîşên zêdetir werin kirin û got: “Heke DYA bide dû heqîqetê divê kiryarên Tirkiyeyê dijî qanûnên navneteweyî bibîne. Jixwe heqîqet ev e.”

‘Pêwîste Amerîka êrîşên tirkan rawestîne’

Nadine bang li Amerîkayê kir ku li hember dewleta tirk a dagirker bisekine û êrîşên wê rawestîne û got: ” Wekî hûn dizanin dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi xurtî bi Rêveberiya Xweser re kar dike û têkiliyên xurt di navbera Rêveberiya Xweser û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hene. Dema min wekî nûnera Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî dest bi kar kir, wê demê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Rêveberiya Xweser re nediaxivî, lê bi Hêzên Sûriya Demokratîk tenê re diaxivî, niha têkilî hene, ceza hatine rakirin, hemû cûreyên destekê pêşkeş dike, her wiha di jinûve avakirinê û pekanîna istiqrarê de hinek destek da.”

Nadine diyar kir ku di hundirê wezareta karên derve ya Amerîkayê de hin alî piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û hin aliyên din jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê da ku hovîtiya xwe li herêmê bidomîne.

‘Mufetişê giştî yê Neteweyên Yekbûyî raporek pêşkeşî Kongreya DYA’yê kir’

Nadine Maeza destnîşan kir ku di 3’yê Tebaxê de mufetişê giştî yê Neteweyên Yekbûyî raporek pêşkeşî Kongreya DYA’yê kir û got, di raporê de de hikumeta Amerîkayê ji ber bêdengiya wê ya li hember êrîşên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê û êrîşên din ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine rexnekirin.

Nadine Maenza çend xalên di raporê de diyar kirin; êrîşên Tirkiyeyê şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ê li dijî DAIŞ’ê asteng dike û êrîşên dewleta tirk ewlehiya herêmê xirab dike û niştecihên wê ditirsîne.

Seroka Sekreteriya Desteya Navneteweyî ya Azadiya Olî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Maenza di dawiya axaftina xwe de got kiryarên dewleta tirk a dagirker ne li gorî berjewendiyên DYA’yê û ne li gorî yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar