Gerîlayê PKK’ê roja 15’ê Tebaxa 1984’an bi ser navçeyên Dihê û Şemzanînê de girtin. Ev çalakî ne tenê serdagirtina du navçeyên bakurê Kurdistanê bûn. ev çalakî bû destpêka fîşeka yekemîn a di mejiyê dagirker û xayinên Kurdistanê de hat teqandin. Ev fîşeka ji çeka nemirên Kurdistanê Egîd û rêhevalên wî derket, rêya şoreşa azadiyê vekir. Bi vê re tirseke mezin xist nav dilê dagirker û xayinan.
Beriya fîşeka yekemîn, dewletên dagirker bi xwe ewqasî bawer bûn ku wan gelê kurd xistine gorê û qedandine. Wê demê jixwe PDK dest ji şoreşê berdabû û başûrê Kurdistanê bi destên Seddam Husên de berdabû. Mîna Şengalê radestî DAIŞ’ê kir, wê demê bi gotina ‘aş betal’ başûr radestî Seddam kiribû. PDK berx radestî kurd kiribû û ji Kurdistanê revo revo reviyabû. Mîna ji Şengalê reviyabû wisa ji Kurdistanê reviyabû. Seddamê dîktator dest bi planên qirkirina kurdan kiribû. Kî çi dibêje bila bibêje Enfal û qitkirinên başûrê Kurdistanê ji ber reva malbata Barzanî pêk hat. Destên malbata Barzanî û PDK’ê di van qirkirinan de heye. Ew jî bi qasî Seddamê dîktator berpursyarên van qirkirinan e. Heman revok niha dane pêşiya dagirkerên faşist ên tirk û êrîşî gerîlayên azadiyê dikin. Îro malbata xwefiroş a Barzanî û PDK ji dagirkerên Kurdistanê bûhtir bûne neyarên Kurdistanê û bûne cahşên dewleta faşist a tirk.
Dema ku Seddama dîktator planên qirkirinê dikir, jixwe dewleta faşîst a tirk jî demek dirêj planên qirkirinê xistibû meriyetê. Li ser gelê kurd faşîzmeke ku çînaka wê tuneye dimrşand. Gelê kurd ji herçar parçeyên Kurdistanê di bin faşîzma dewletên tirk, ereb û ecem de dinaliyan. Hawara kurdan li çiyayên Kurdistanê olan didan. Wekî niha ku cîhan li dijî sûcên dermirovahî yên dewleta faşist a tirk ker û lal in, wê demê jî ker û lal bûn.
Di serdemek wisa de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezrand. Bi damezrandina PKK’ê re dîroka bi destên faşîstan dihat nivîsandin, serobino bû. Êdî dîrok bi destê gelan hat nivîsandin. Ji van dîrokan yek jê berxwedana Zindana Amedê ye. Çehengên azad bi canê li ber faşîzma reş sekinîn û derseke dîrokî da faşistan. Mejiyê faşîzmê bi berxwedana bêhempa ya Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, Ferhatan, Eliyan, Mahmûtan, Eşrefan û hwd. di Zindana Amedê de derba mezin xwar. Bi fîşeka yekemîn jî mejiyê dagirkeriyê belav bû.
Ne ji berxwedana Zindana Amedê û pêngava 15’ê Tebaxê bûya îro wê kurd wê di rewşê debûna gelo? Dest ji bersiva vê pirsê berdin, mirov naxwaze vê pirsê bifikire. Di encamê de bi berxwedanên bêhempa yên dîrokî îro kurd hatine asta ku cîhanê ji çeteyên hov rizgar bike. Kurd ji rewşa revokbûnê hatine asta pêşengiya şoreşa gelên cîhanê bike. Ev bi serê xwe ji bo gelên Kurdistanê cihê şanazî û bextewariyê ye. Her çiqasî malbata xwefiroş a Barzanî hewl dide Kurdistanê pêşkêşî dagirkerên faşîst bike jî gelên Kurdistanê bi Rêber Apo û PKK’ê serbilind e û şanaz e.
Ji bo Kurdistan dîsa nekeve bin dagirkeriya faşistan û xwefiroşan divê em êdî tecrîdagirankirî ya li Îmraliyê ku li ser Rêber Apo tê meşandin bi tu awayî qebûl nekin. Divê demildest em pergala Îmraliyê hilweşînin û Azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.
Divê em tu carî ji bîr nekin azadiya fizîkî ya Rêber Apo hilweşandina dagirkerên faşist û xwefiroşan e. Ji ber vê yekê dagirketên faşist û xwefiroş bi hemû hêza xwe êrîş dikin.
Ew çi bikin bila bikin wê nikaribin pêşiya şoreşa gelan bigirin. Ji ber ku dewleta faşist a dagirker û malbata xwefiroş a Barzanî têk biçin kes şûna wan danagirin. Lê li Kurdistanê û seranserê cîhanê bi milyonan Egîd hene ku mejiyê faşistan bi fîşekên azadiyê ji hev belav bikin.