Li goreyî çapemeniyê, 14 dewletan û hinek saziyên mezin ên navneteweyî, mîna MY(Miletên Yekbûyî), êrîşa DAIŞ’ê ya di 3ê Tebaxa 2023an de bir ser gelê me yê ÊZDÎ ya bi navê Fermana 73an tê zanîn; ROJA QIRKIRININA ÊZÎDIYAN pejirandin(qebûl kirin).
Ji alîkî ve mirov bala xwe dide vê mijarê û vê biryarê, weke serkeftin û destkeftiyekê tê dîtin. Ji vî alî ve dibe ku rast be, lê heke bi vî awayî tenê were dîtin, wê di nava xwe de şeşiye pir mezin û xeter bihewîne.
Jiber ku, ev biryar him ji naçarî hatiye standin him jî ji bo gunehbarê(n) sereke bidin veşartin hatiye standin.
Ji naçarî ye, jiber ku ev 9 sal di ser vê qirkirinê re derbas dibe, bi taybetî gelê me Şengalê, serî ne tewand û têkoşîna xwe bi rêxistinî, bênavber her da meşandin. Her wiha Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurdistanê, li her deverê li gel doza dîrokî ya gelê me yê êzîdî cih girt in û li berxwedan û serîhildana bi rûmet a Şengalê xwedî derket in!
Li aliyê din, weke gunehkar DAIŞ destnîşan kirine. Erê ev bi nav ne çewte. Lê gelo ev DAIŞ çiye, kê damezrandiye, armanca wan a rastî û bingehîn çima destkeftiyên gelê Kurdistanê bû; mîna Şoreşa Rojava û nexasim Şengala xwedî xak û ola pîroz a dîrokî bû?
Bi taybetî ev aliyê vê biryarê nehatiye destnîşan kirin. Weke ku bi taybetî ji vê mijarê dûr hatiye sekinandin. An jî gûman a herî xurt; bi zanebûn damezrêner û xwediyê DAIŞ’ê hatine sergnuxumandin û veşartin.
Mijarek din jî ev e ku; erê baş e va ye we êrîşên DAIŞ’ê ên ser Şengalê gunehkar nîşandan, lê gelo ma hûn êrîşên berdewama yên DAIŞ’ê ên li ser Şengalê yên dewleta tirk û Iraqê û Berzaniyan re dê çi bibêjin?
Eger hûn, wan êrîşên DAIŞ’ê bi qirkerî nas dikin û dipejirînin, ma çima hûn êrîşên dewleta tirk-Bexda-Berzaniyan bi qirkerî nîşan nadin?
Li gel ku van hêzên mijara gotinê ne, bi navê Peymana Şengalê ya di 9ê Cotmeha 2020’î de ji raya giştî re ragihandibûn, xwestin xwe fermî û rewa nîşan bidin, hîn jî di merîyetê û rojevê de ye!
Ma armanca vê peymana bêexlaq û bêûjdan a Enqere-Bexda-Erbîl, ne temamkirina projeya qirkirina gelê me yê êzîdî ya DAIŞ’ê ye?
Divê ev mijara giring û xeter, bi lez were rohnî kirin û rast were şîrove kirin!
* * *
Di hefteya derbasbûyî de, ji aliyê berpirsiyariyên ENKS’ê ve daxuyaniyek balkêş ket e çapemeniyê.
Dibêjin; ew biryara me ya di dema derbasbûyî de, ji bo ku me buroyên xwe yên li Efrînê û hemû cihên dewleta tirk lê dagirkerin derxistin, şaş bû. Lewma divê em bi lez biçin, li wan deveran dîsan buroyên xwe vekin!
Jixwe em bibîr bînin, buroyên Weqfa Xêrxwaziya Berzanî, li Efrînê û hinek deverên mijara gotinê ne vekirine!
Gelo çima ev mijar dîsa ji nişka ve xistin rojevê? Ma nabe ku ev jî, bi mijara li jor hat bahs kirin ve girêdayî be?
Hema yekser mirov bala xwe didê, ev hilwest û kiryar; ji bo di raya giştî de rewakirina dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tên dîtin.
Jixwe ev siyaset û van hilwestên wan, ewqas beloq û nakok in ku, ew di çapemenî û medya xwe de jî, piraniya caran nûçe û agahiyên nakok diweşînin.
Mînak; him dibêjin “gelek malbatên me, vedigerin diçin Efrînê(jixwe bi taybetî bahskirina vî bajarê me jî watedar e) û tu xeter li ser wan nîne” û hwd. Him piştî çend rojên din dibêjin, “çen kesên filan malbatê ji aliyê çeteyên serbi Tirkiyê ve hatin revandin” û hwd!
Dibe ku vêna jî bi zanebûn dikin, da ku serê gel jî tevlihev bikin mîna yên xwe!
. . .
Wisa diyar dibe ku fermandarên jor ên dewleta tirk û Malbata Berzanî, li pey siyasetek nuh e. Dibe ku projeyek teze dabin destê wan. Bêgûman, tu plan û projeyên xêrê ji bo dahatûya gelê me, nadin destên wan. Jiber ku sicîla wan a li ser vê mijarê ne pak e.
Lewma divê her dem tevger û gelê me bi hişyarî û amadekarî tevbiger in.