Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya 10’ê tebaxê de ev agahî parve kiribû:
“9’ê tebaxê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin çalakiyeke êrîşê hate kirin. Hêzên me bi wêrekî bi ser dagirkeran ve çûn, bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiYê de 9 dagirker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkerên ku piştre xwe vekişand, bûn hedefa çekên nîv otomatîk û giran ên hêzên me. Di encamê de 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin.”