Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalagan: Tecrîd veguheriye pergalê

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan got, "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir û belavî hemû girtîgehan bû, li vî welatî veguheriye pergalek."

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP’ê de nirxandinên rojevê kir.

Çalagan da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê hemû qeyranan mezin kiriye û wiha got:

“Weke ku me berê jî anîbû ziman, di bingehê vê qeyrana piralî de polîtîkayên şer, şîdet û tecrîdê hene. Tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir û ji wir jî li hemû girtîgehan belav bû û li vî welatî veguherî rejîmekê. Girtiyên siyasî li girtîgehan tevî ku cezayên wan bi dawî bûne jî bi awayekî derqanûnî li girtîgehan tên girtin. Her roj binpêkirineke nû ya mafan li girtîgehan zêde dibe, êrîşên li ser girtîgehan bi hemû leza xwe dewam dikin. Helbet polîtîkayên tecrîdê ne tenê li girtîgehan, di heman demê de li derve jî mekanîzmayên zextê dewam dikin. Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê yên ku îro têkoşîna herî bi rûmet dimeşînin, di hedefa vê desthilatdariyê de ne. Dayikên Şemiyê ku her şemî li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan dipirsin, bi kelepçeyan tên destgîrkirin û rastî êşkenceyê tên. Dîsa li Colemêrgê Dayikên Aştiyê hê jî destgîrkirî ne. Em dibêjin têkoşîna mafdar û bi rûmet a Dayikên Şemiyê ku dest ji pirsîna aqûbeta windayên xwe bernadin û Dayikên Aştiyê ku li gel her cure zext û polîtîkayên zordariyan jî dev ji gotina aştiyê bernadin, têkoşîna me ye. Heta winda bên dîtin û kiryar bên darizandin, em ê ji têkoşîna xwe gavekê jî paşve navêjin. Em ê bi hev re aştiyeke bi rûmet bînin vî welatî.”

Weke Meclîsa Jinan a HDP’ê me li hemû bajar û navçeyên xwe civînên jinan pêk anîn. Ji bo berfirehkirina rêxistinbûn û hevgirtina jinan em ê kîjan rê û rêbazan bikar bînin, me nîqaşên giranbuha kirin. Bi awayeke vekirî me kêmasiyên dema borî bi mekanîzmayên rexne û rexnedayînê nirxand û li ser çareseriya wan axaftin hatin kirin. Li ser esasê rexne û pêşniyarên van hemû hevdîtinan me komxebatên navendî bi sernavên ‘Rêya 3’yemîn û Jin’ û ‘Mekanîzmaya Me Ya Rêxistinkirina Jinan’ lidar xistin. Bi nirxandin û pêşniyarên ku ji van hemû civînên me pêk anîne, em ê bi moral û motîvasyoneke mezin Konferansa Jinan a Navendî pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de em ê di navbera 20-30’ê Tebaxê de li hemû bajaran civînên xurt ên amadekariya konferansê lidar bixin. Piştre em ê di konferansa xwe ya mezin a jinan a 8-9’ê Îlonê de bi hev re xeta xwe ya têkoşînê ya serdema nû diyar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar