Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dayika Yaman ê girtî di vegera malê de jiyana xwe ji dest da

Garîbe Aslan a ku ji Xarpêtê ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vedigeriya malê, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Malbata Yaman ji bo hevdîtina bi lawê xwe yê girtî Seyîthan Yaman ê li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T’yê tê ragirtin re bike, duh ji navçeya Qosera Mêrdînê çûn Xarpêtê. Malbata Yaman dema ji hevdîtina lawê xwe vedigeriya li ser rêya Şêxana Artûklûya Mêrdînê wesayîta wan qeza kir. Dayika girtî Garîbe Aslan, bavê girtî Kemal Yaman û lawê xwe Metîn Yman di qezayê de birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Tevî hemû mudaxileyên bijîşkan jî Garîbe Aslan jiyana xwe ji dest da. Kemal Yaman di beşa venêrîna awarte te de tê dermankirin û Metîn Yaman jî ji nexweşxenyê hat derxistin.

Malbatê cenazeyê Garîbe Aslan ji nexweşxaneyê wergirt û birin goristana gundê Tumika Jêr veşartin û şîn li gund hat danîn.

Nûnerê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED’ê (MED TUHADFED) yê Mêrdînê Necmettîn Demîr li ser gora Garîbe Aslan axivî û wiha got: “Girtiyên me li bajarên cuda belav kirine. Wan birine bajarên dûr. Malbatên girtiyên me neçar in bi sedan û hezaran kîlometre rê biçin hevdîtinê. Mixabin girêdayî vê çûnehata dûr qeza çêdibin û malbatên girtiyên me jiyana xwe ji dest didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar