Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Hezexê birîna avê hat protestokirin

Birîna ava navçeya Hezexê hate protestokirin û wiha hate gotin: “Pirsgirêka avê ya navçeyê encama polîtîkaya qeyûm e. Heta ev pirsgirêk tê çareserkirin em ê dev ji çalakiyan bernedin.”

Li navçeya Hezex a Şirnexê bi sala ye pirsgirêka avê heye. Şaredariya Hezexê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, bi meha ye avê nade şêniyên Taxa Nû. Ji bo protestokirina birîna ava navçeyê, daxuyanî hate dayîn. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Hezexê Mûrat Şen û Songul Erden ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tişta ku di xwezayê de heye aydê gel e. Hezexê bêav nehêlin.” hatibû vekirin.

Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen diyar kir ku pirsgirêka avê ya li navçeyê, encama polîtîkaya qeyûm e û wiha domand: “Gelê me bêav hatiye hiştin û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Xelkê me vê rewşê heq nake û şermekî mezin e. Em vê qebûl nakin. Ev encam, encama hişmendiya qeyûm e. Endama hişmendiya talanê ye. Ava navçeyê tenê didin şirîkên xwe. Heta ku ev pirsgirêka avê çareser dibe em ê li her derê çalakiyan li dar bixin. Dê ev dewran bizivire û dê hesabê bidin gel.”

Piştre jî parlementer Newroz Uysal axivî. Uysal, destnîşan kir ku bi meha ye pirsgirêka avê ya li navçeyê didome û wiha bi dawî kir: “Şaredarî dikare çareser bike. Sekna qeyûman li Hezexê jî, li Amed û Wanê jî heman sekne. Dikarin bi hêsanî vê pirsgirêkê çareser bikin lê nakin. Dema şaredarî di destê me de, projeya avê hebû. Lê qeyûm ev proje betal kir. Ji bo çareseriyê jî tu hewldanên wî nînin. Lewma divê gelê me ne tenê daxwaznameyan bide, divê li her deveran çalakiyan li dar bixe ta ku pirsgirêk tê çareserkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar