Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn

HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn û sersaxî ji malbat û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarê 4 gerîlayên bûne şehîd ev tişt diyar kirin:

“Di êrîşa dijmin a li qada Oremarê ya girêdayê Cîloyê ya roja 19’ê tebaxa sala 2021’ê de, endamê Fermandariya Eyaleta Cîloyê hevrêyên me Lokman Dilşêr û Mûnzûr, Zana û Brûsk şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku bi hişmendiya neteweyî û rewnakbûna partiya me PKK’ê çêkiriye, ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê gihîştine gerîla, bi bawerî berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û bi erka xwe ya şoreşgeriyê rabûne.

Hevrêyê me Lokman ji roja tev li têkoşiya me ya azadiyê bûye, tim xwe daye pêş û bi têvlebûna xwe ya bêyî dudilî bûye mîlîtanekê mînak. Ji fermandartiya tîmê heta bi fermandariya eyaletê bi gelek erkan rabûye. Fermandarê me Lokman Dilşêr, berpirsyariya bi şoreşgerî di ser her tiştî re dîtiye û li kû pêdivî hebûye xwe daye wê derê. Bi girêdayîbûna bi xeta Rêbertiyê û şehîdan ve navê li dîroka me ya têkoşînê nivîsiye.

Zarokê bi wêrek ê gelê me yê Ereb, şoreşgerê enternasyonal hevrêyê me Brusk Ararat bû mîlîtanekî fikrê Netewa demokratîk a Rêbertiya me. Bawer kir ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn di nava aştî û demokrasiyê de bi hev re bijîn, divê gelê Kurd azad bibe û bi vê baweriyê ber xwe de çiyayên Kurdistan. Bû mînaka hevrêtiyê.

Hevrêyên me Mûnzûr, Zana û Brûsk jî li Cîloyê pir mane. Bi fedakariya xwe ya li wê derê, bi israra xwe ya ji bo geşkirinê têkoşînê û bi vîna bibin bersiv ji bo pêvajoya ku tê de bûne tevlêbûna wan di xeta fedaîtiyê de bûye. Girêdayê azadî, gel û welatê xwe bûn. Bi qehremanî meşiyan.

Di salvegera şehadetê de em hevrêyên xwe Lokman, Mûnzûr, Zana û Brûsk bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di serî de malbatên hêja, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me ku bûne şehîd ev in:

Nasnav: Lokman Dilşêr

Nav û paşnav: Mensûr Sadiqî

Cihê çêbûnê: Kotol

Dê – Bav: Şekir – Teymur

Cih û dîroka şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê /Cîlo

Nasnav: Brûsk Ararat

Nav – paşnav: Hemed Erban

Cihê çêbûnê: Libnan

Dê – bav: Zînê – Ahmed

Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê / Cîlo

o

Nasnav: Mûnzûr Rojava

Nav – paşnav:

Cihê Çêbûnê: Tirbespiyê

Dê – Bav: Zehra – Mihemed

Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê / Cîlo

Nasnav: Zana Seko

Nav – paşnav: Kemal Xizirî

Cihê Çêbûnê: Tirbespiyê

Dê – Bav: – Ayşe –Abdullah

Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê / Cîlo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar