PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Cerdevan li derdora gundê Xelîkanê daran dibirin

Cerdevan li derdora gundê Xelîkan ê navçeya Hawêlê, bi piştevaniya dewleta Tirk daran dibirin.

Li gorî nûçeya Jinnews’ê, gundê Xelîkan a navçeya Hawêl a Sêrtê şewata ku di 14’ê Tebaxê de derket û du rojan berdewam kir bi xwe vemirî. Li gor agahiyên ku ji gundiyan hat girtin şewata ku roja ewilî derket şûnde komên agirtef hatine lê bi hinceta “rê tuneye” şewatê venemirandine. Şewata ku roja ewilî heta êvarê berdewam kir, piştre bi xwe vemirî. Her wiha hat gotin ku şewat roja duyem li herêmê dîsa destpêkiriye û bi xwe vemiriye. Şewata ku du rojan berdewam kir û bi xwe vemirî li herêmî nêzî 10 km belav bûye.

Li aliyekî dinê ve jî hat zanîn ku herêm cihê “herêma qedexe” bûye û sedema derketina şewatê nehat zanîn. Li aliyekî din di dîmenan de jî hat dîtin ku hin cih bi awayekî xêzkirî hatiye şewitandin.

Li gor agahiyên hatin destxistin cerdevan ji Qereqola Cendirmeyan a Ziyaretê destûrê digirin û li derdora gundê Xelîkan daran dibirin û birîna daran li herêmê berdewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar