Nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser Pergala Sumeran, pêşketina şaristaniyê û şoreşa bajarî wiha ye;
Dema ku Sumer di warê hilberîna aborî de, biberiyeke (berdar) bêhempa xwe çespand, ji bo ku derbasî rewşa civaka bilind bibe jî çespan bi dest xist. Biberiya serdest ya di warê hilberînê de, vê dawiyê jibo hemû şaristaniyan dibe pîvana bernîşana hêzê. Civakên biber (berdar) civakên bi hêz in, herwiha bûyera medûcezîr (rabûnûdanîn) ya kêşan û belavbûnê, rewşa navendî derdixe rastê.
Ev serdestiya Sumer, di warê dexlê anku genim û ceh de, tê hesabkirin ku ji yekê heştê dida. Ev hebûn bi xwe jî nîşan dide, bê ligor dema xwe çawa xwedî bandor û hêzeke belavbûnê bûn. Bidestxistina berxwarina zêde, gelek cîhên pîşekarî û bazirganî îstîhdam dikin, li dor perestgehên ku navenda hilberînê ne, bajarvanî û şoreşa bajarî pêktê. Vê pêvajoya ku li deşta Mezopotamya jêr destpêkir, rê li ber pêşveçûneke tûnd ya civakî, him çînî, him bajarî him jî nasnameya pevrayî siyasî ya serdest ku di dahênandina rêxistîbûna bi şêweya dewletê, vekiriye. Ev tê wateya şoreşeke siyasî. Nirxên berhevbûyî, rê li ber pirsgirêkên ewlekarî vekir, pêdiviya amûrên perastin û yên êrîşê derkete holê, di vê demê de mecbûriya teknîkên şer derdikeve holê. Teknolojiya tevirê ji tûnc, halet û bivir ku berê di warê çandinî de, tevkariyeke mezin kiribû, rê da teknolojiya şer. Çekên ji tûnc, mîna serdestiya atoma îroyîn, hêzeke mezin bi xwe re anîbû. Herwiha, êdî di warê hêza çekdarî de jî, ti cvivakên ku li hember civaka Sumer rawestin tinebûn.Bi ser vê serdestiya duyemîn de, em sazûmana dewletê ku rêxistineke gelekî pêşketî û hêza perstgehê jî biservebikin, emê careke din hêza ku dîrok daye destpêkirin, bi xalên sereke terîf bikin.
Ev sazûmaneke wisa ye ku ne bi tenê hilberînê dike û xwe diparêze, bi hêzeke bêhempa belav jî dibe. Di kesayetiya damezrînerê (sazgêr) xanedaniya Akad Sargon de, em vê yekê dibînin û xweş fêhm dikin ku di dîrokê de yekem car, çawa bi plan û armanc wergeriyaye emperyalîzmê. Serdema emperyalîzmê ya sazûmana civaka koledar, destpêdike. Em dikarin bibêjin ev, di dîrokê de bûyera medûcezîr anku merhaleya belevbûn û lidijrabûnê ya yekemîn e. Rola Sargon, dikare were nirxandin ku wî, dewlet-bajarên Sumer yên ji hev perçebûyî û pozberî hev, kirin yek û hêza xwe da belavbûnaderveyî. Hêzên emperyalîst yên vê dawiyê, ev mînak ji xwe re kirin rê û tekûztir domandin.
Herwiha ne tenê bi helatina şaristaniyê û sazîbûna wê, em di warê şêweya sazûmana belavbûnê de jî, deyndarê Sumer in. Heger ku em salên navbera BZ 4000- 2500an weke zayîn û sazîbûna Sumer bibînin, emê li rastî pêvajoya emperyalîzm û mêtingehkariya wan werin ku piştî salên BZ 2500’an heta weke niha jî tê lêkolînkirin û rastiya wê tê fêhmkirin.
Em dikarin mantiqa vê pêvajoyê di bin van xalên jêr de birêzînin:
a- Belavbûn, ji ber hilberîna zêde ye. Zêdeyiya daringên çêkirinê (îmalat) û daringa xam (madeya xam), pêdiviya bazareke mezin derande holê. Dayin û standina bazarê, yekem car bi sazî dibe û pêşdikeve. Çîna bazirganiyê dibe pêşenga belavbûnê û di dîrokê de roleke mezin dilîze.
b- Pêşketina teknîka çekên ji tûnc û hilberîna wan ya zêde, rê li ber zayîna hêzek leşkerên profesyonel vedike û bi rêxistinî re, bi sazûmanê re dikevin pêvajoya belavbûnê. Bi plan û berfirehî dema xenîmetê destpêdike. Yekem car nijada mirov, bi plan, bi armanca xenîmet û kolekirinê, li tunekirina yên ji nijada xwe digere.Ev mijar ji ber vê yekê girîng e, di sazûmana hemû ajalan de, em nabin şahid ku cureyek ajal hemcinsê xwe tine kiribe. Wekî din, tunekirineke bi plan û rêxistin qet tine. Yekem car nijada mirov vê yekê bikartîne. Ev yek bi civaka bi çîn re pêşdikeve. Di civaka neolîtîk de ku çînçînîbûn pêşneketibû û serdemên berî de, tiştekî wiha nayê dîtin. Yamyamtî bixwe jî, hatiya çespandin ku gelekî bisînor û bi pêdiviya armanceke pîroz, şêweya îbadetekê ye.
Bikaranîneke bi vê şêweyê ya hîkarîker, rêzika "kuştina qeran e", ev şêweya pêkanînê ku temsîla xwedayî ya zayîn û mirina demsalî, vê dawiyê bi qurbankirina zarok û xizimên xwe hatiye berdewamkirin. Hêrîşên bi plan, bi armanca talanê û tunekirinê, ji aliyê çîna serdest û mijok ve tê pêşêxistin, sazîkirin û weke ku çalakiya normal ya dîrokî be, tê meşrûkirin. Vê dawiyê, çalakiya qehremanî ji aliyê ola serdest û gerdîş (tore) ve tê pîrozkirin, wateyeke mafedarî distîne û dibe destan. Çîneke civakê, vê dike armanca xwe ya bingehîn.
Hildide pîleya pîşeyekî. Herwiha serdema "Mirov kurmê mirov e" dest pêdike. Divê ku çavkaniya naletîbûnê, di vê pêşveçûnê de were dîtin. Lewre destana Sumer ya herî girîng, "Naletbûna Agade" bi rûxandina bajarê pîroz Nîppûr ve girêdayî ye.
c- Pozberiya dewlet-bajarên piçûk a navxweyî, rê li ber vê pêvajoyê vedike, mezinbûna pêdiviyan, wan mecbûrî emperyalîstîtiyê dike. Civakên komunvan yên berê jî, bi gelek aliyan de belavdibin, lê ev belavbûn ne bi armanca talankirinê û ne jibo hikimkirinê ye. Ev jibo pêdiviyên xwezayî û girêdana wan a bi jiyana di rex hev û din de ye, ji emperyalîzma koledar, talankirina wê û mêtingehkirina wê gelekî cuda ye. Bi kinayî em bi bêjin, çîna serdest a mijok ku di nava xwe de kete tengasiyan, jibo ku vê tengasiyê ji ser xwe bavêje û hinek qezencan bike, berê çewsandinên nav xwe ku polîtîka wan ya bingehîn bû, da derve .
d- Ev hersê sedemên bingehîn, bi belavbûna ku rêzika bingehîn ya şaristaniya biçîn e, xwe mezin dike û werdigere rasteqîniya xwejiyandinê. Ev şêweya bi vî rengî, taybetiyeke di xwezaya şaristaniyê de. Ligor armancên belavbûnê, gelek şêweyên wê yên cur bi cur hene. Digel bi armanca talankirina ji nişkê ve, daxwaza wan ew bû ku çavkaniyên daringên xam yên stratejîk, hesin û sifir têxin bin kontrola xwe, ji aliyê din ve mêhtingehên bazirganiyê û bajarên nû ava bikin. Dîsa belavbûna bazirganî, jibo bidestxistina daringên xam û firotina daringên çêkirî û jibo damezrandina perestgehên weke yên xwe, herwiha belavbûna olî û bîrdoziyî. Ligor taybetiyên cîhên ku lê belavdibûn, an timî li wira niştecîh dibûn anku mayina payider bû, an jî jibo demekê, anku çendemî diman.
Di mayina payidar de, êdî ew herêm bi tevgerî û jiyaneke pevrayî, werdigeriyane qadên şaristaniyê yên nû.
1- Şaristaniya Misrê: Piştî Sumeriyan, yek ji civaka koledar ku derkete holê, şaristaniya MisirNîlê ye. Dema ku em vê şaristaniyê dinirxînin, girêdana wê bi neolîtîka Afrîka Bakur ve nayê çespandin, belav û resenîtiya (orîjînalîte) wê nayê dîtin. Îhtîmal e ku dema gihîştina şoreşa çandinî ya Heyva Berhemdar, çawa li hemû deran belav bûbe, BZ di salên 6000an de gihabe vira jî. Ev nirxandin ji aliyê kronolojîk ve jî, ne dûrî mantiqê belavbûnê ye. Lewe (alûwyon) yên Nîlê yên gelekî berhemdar, derfetê didin şoreşeke wiha ya bajêr. Lê dîsa di reseniya wê de, dewsên şoreşa bajêr ya Sumer tê dîtin. Lêbelê berhemdariya zêde, bi pêvajoyeke xunaftinê (xwemalîkirin) heyina xwe ya resen diderînine holê.
Têkiliyên zû yên bi çanda neolîtîk re û xunaftina bilezê, Misir kire civakeke bi çîn û resene ya şaristanî. Lêbelê ev jî rastiyeke ku şoreşa çandinî ya Heyva Berhemdar û şoreşa bajêr ya Sumer nebûna, şaristaniya Misrê bi serê xwe dernedikete holê. Çawa bêyî Nîlê şaristaniya Misrê neyê hizirîn, bêyî Heyva Berhemdar û şoreşa gund û bajêr ya Sumer jî, berhemdariya Nîlê û şaristaniya Misrê nayê hizirîn. Di vî babetî de çespîna herî girîng, mercên erdnîgarî û avhewaya derdora Nîlê ye ku bi serê xwe derfetê nade şoreşa çandiniya neolîtîk yên ajal û rîwekan (nebat). Li Misrê mercên şoreşa çandinî yên resen tine ne. Heger ku hebana, ji ber mercên ku nayên guhertin, geliyê Nîlê hê ji zû de yê bûbana cîhê şoreşa çandinî û bajêr, yê ne piştî Mezopotamya, berî wê di vî warî de pêşbiketa. Rola Nîlê ya esasî ji taybetiya avdana wê û axa biber (berhemdar) derdikeve holê. Dema ku teknolojiya çandinî bidest xist, di warê şaristaniya resen de gavên mezin avêt.
Şaristaniya Misrê BZ ji salên 3000an dest pêdike û heta serê zayînê bê guherîn berdewam dike. Di warê geometrî, avahîsaz (qesirbend) û nivîsê de, pêşveçûnên ji Sumer cuda pêkanîne. Di warê avahîsazî de wisa pêşketine, encex bi Roma re werin hevberkirin. Barkêşiya bi keştiyên bayê gelekî pêşveçûye. Hesabên sal û demsalan yên bi stêrkan, sererestirin. Digel ku sazîbûna dewletê bêhtir navendî ye, derfetê zêde nade dewlet-bajaran. Dabeşîneke rêvebiriyê ya bi şêweya eyaletan heye.
Misir jî weke Sumer ji aliyê sîh xanedanên ku bi awayekî demên zû, navîn û dereng, hatiye birêvebirin. Pêşî giraniye rahîban heye, lê duv re bi qeranên rahîb serdest bûye. Têgihîna xwedaqeran serdest e. Mîtolojî ligor ya Sumer lawaztir e û bi sînor pêşveçûye. Li vir navendeke xwedayî tê holê ku nêzîkî sêbareya bav, dayîk û law e. Xwe mîna şewqa sazûmana ezmên ya liser rûyê erdê nîşan dide. Di vî bingehî de, serdestiyeke bîrdoziyî ya bi hêz dadimezrîne. Ji ber vê çavkaniyê, kevneşopiya rahîbên Misrê, heta weke îro bi hêzeke xurt dijî. Hewldanên mêtingehkirina emperyalî, bisînor dimîne.
Têkiliyên bazirganî yên bi Girît-Fenîke re, bandorê li pêşveçûna şaristaniya binî dike. Misir di xweyîkirina çemê şaristaniyê de rola robarekî dibîne. Lê dîsa jî di pêşveçûna xeta şaristaniya koledarî de, ji BZ 3000an heta bi serê zayînê, xwedî pareke sereke ye. Rola şaristaniya Grek ku şaristaniya Roma xweyîkirî, ji çavan dûr nayê girtin. Digel ku Misrê, Afrîka ji şaristaniyê re venekiriye jî, lê bazirganî heta bi nava wê pêşvebiriye. Di hêla bazirganiya keştiyên bayê yên li Nîlê, Derya Sor û Derya Spî, rola şaristaniya Misrê gelek e. Misir di sêwirana (tasarim) mîtolojiyê de, ligor Sumeriyan paşketiye, lê di pêşveçûna olên yekxweda de, cîhekî girîng digire. Digel ku ceribandina olê yekxweda destpêkirine, ev yek bisînor maye. Çîna rahibên Misrê, bi rola xwe ya perwerdeyiya bihêz, bûye navenda gihîştina kadroyên mîtolojî û ola Grekiyan. Rahîb û pêşengên feylesofên Grek, heta BZ sedsala 5’an qûtê xwe ji perwerdeya Misir û Babîlê wergirtine. Di warê pêşveçûna şaristaniya koledarî de, him ji pêşveçûna zû û resen, him jî, ji mezinahiya xwe ve, piştî Sumer di rêza duyemîn de ye. Di xweyîkirina sazûmanê de berdar û domdar
- Di warê bikaranîna koledariyê de, ewqasî bi pêşveçûne, bi taybetî di avakirina pîramîdan (ehram) de, keda koleyan bi awayekî erjeng hîkarîker e, bi vî awayî cesaret dane gelek împeretoriyên mîna Roma jî. Despotîzma (zordestî) Rojhilata Navîn ku hê jî bi hêzeke mezin e, ji mîrateyên sazûmana civakî ya Misrê tê. Çiqas ku koletî bi awayekî kûrahî bi rêk û pêk kirine, ewqas jî desthilatiya (otorîte) siyasî û olî bi hêz û tekûz kirine. Di dîrokê de, helatin û pêşveçûna koletiyê bi Sumer destpêkiriye lê gihîştin û domandina wê bi Misrê pêkhatiye.
2- Şaristaniya Harapa û Mohanjadaro ya li Geliyê Pencab û ëndûsa Hindê: BZ di salên 2500 an de, vederbûna şaristeniyeke bişeml, weke ku ji erdê bide der, derkete holê. Ev şaristanî dişibe şaristaniya Misrê ya vederkirî. Hatiye çespandin ku di warê nivîs û qesirbendiyê de, pêşveçûneke bisînor pêkaniye. Tê texmînkirin ku girêdana vê şaristaniyê bi şaristaniya Sumer re, bi pêwana okyanûsa Hindê çêbûye. Dibe ku BZ di salên 5000 an de, di ser îranê re bi şêweyên neolîtîk re têkildar bûbe, lêbelê ji şoreşa çandinî zêdetir, mîna mêhtingeheke Sumer ya bazirganî pêşketibe. BZ di salên 2000 an de, tê ferzkirin ku ev şaristanî ji ber mehteşiyeke mezin, qeyraneke mezin derbasdike, li derî dîrokê dimîne û vedimire. Li qasî şaristaniya Misrê, resen nebûye û berdewam nekiriye. Şaristaniya Hindê BZ ji salên 1000an pêde, bi saya niştecîhbûna komên Aryen, resenî û Rerdewamiya xwe pêktîne.
3- Şaristaniya Çînê: Hevnasîna Çînê ya li rojhilatê Asya, bi serdema neolîtîk ya bi Heyva Berhemdar girêdayî re, BZ di salên 4000an de çêbûye. Di şoreşa çandinî de, ti pêşveçûnên wê yên navxweyî nayên dîtin. Çemê Zer, bi berdarî (berhemdar) û rêkûpêkbûna avdaniya xwe, rola Çemê Nîla Misrê dileyize. Erdnîgarî û avhewa wê, ji bilî avdanê bikêrî çandiniya rîwekên çandî tê. BZ di salên 1500an de, împeretoriyeke koledar ya bihêz, liser civakeke biçîn ya pêşveçûyî tê avakirin û li qasî xanedaniyên Misrê bi navendparêziyeke hişk pêşvediçe. Mîna şaristaniya Hindê qetandinek tê de çênabe. Gelek merhaleyên perçebûnê û navendîbûnê derbasdike û digihe heta dema îroyîn.
Tu tevkariyên wê yên resen jibo şaristaniyê ne hatine çespandin, lê bi awayekî resen xwe xweyîkirin domandiye. Di dema Roma de, serê zayînê, bi awayekî herikîn tevlî çemê şaristaniyê dibe. Dema ku Asya û Ewrûpa liser xeta şaristaniyê dibin yek, gelek şaristaniyên civakî yên hûr û gir tevlî çemê sereke dibin. Çemê sereke mezin dibe û bilezdibe. Hêzên civakî ku ji bakur û başûr di herikin ber bi xeta herêmên Okyanûsa Atlas û Okyanûsa Mezin, taybetiyên vê xetê dikişînine seresazî û binesaziyên xwe, ji xwe jî hinek rengan tevlî dikin û alîkariyê didin dîroka dewlemend. Wateya rastiya Rêya Hevrîşim ya efsanewî, ji leyistika rola wê ya di vê dewlemendiyê de tê.Di warê dabeşbûna şaristaniyê ya li parzemînan de, hevnasîna BZ di 3 000 salan de bi neolîtîkê re û BZ di sedsala 5 an de derbasbûyina şoreşa bajêr, para Emrîka ketiye. Parzemîna ku di nava xwe de, pêşveçûneke bi sînor pêkaniye, rola xwe ya di cîhanê de, piştî ku ji alyê kapîtalîzma Ewrûpa ve hatiye mêtingehkirin, gelekî bi derengî û di sedsala 20an de, bi pêşevaniya DEY (Dewletên Emrîka Yekbûyî) leyîstiye.
4- Di balavbûna şaristaniya Sumer û lidijderketina wê de, pêşveçûnên balkêş li herêmên cîranê wê pêktên. Li rojhilat û bakurê wê Horrît ên ji koka Aryen, li başûr û rojavayê wê komên Amorît ên ji koka Semîtîk, li hember hêz û dewlemendiya Sumer a di nîvê wan de, ketine nava liv û lebatên mezin. Jiyana wan a bêdengî, sazûmana çandinî ya niştecihîya gundîtî û sazûmana şivantî ya koçberî, di nava hejîneke gewre de ne. Civakên Aryen, nikarin ji ajaldarî û çandiniya ku bi kûrahî dijîn, derbasbibin. Ji mêj de, Sumeriyan ev serdestî bi dest xistine. Civakên Amorît ên şivan, ji çandinî û jiyana bajêr gelekî dûr in, di mercên çolê yên giran de, bi zêdebûna carcaran mehteşiyê, jiyaneke bi zor û zehmetî dibûrînin. Li ber serê wan bihiştek berfireh dibe. An yê bibine koleyên xizmetkar an jî yê bibine dagirkerên fetihker ku qedera xwe bi leyîzin. Li rojavatir şaristaniya Misrê jî, bi pêşveçûnên bi vî rengî re, rû bi rû ye. Ezmûna şaristaniyê, an li hember barbariyê yê qezenc bike û belav bibe an jî yê bi xeniqe û vemire. Dîrok li hemberî kêliyên xeternak ên pêvajoya diyalektîkê ya diyarker e. Pêvajoya ku Sumer daye destpêkirin jî, bi livên van koman ve girêdayiye. Lê belê dema ku ew serdestbû, cudahî nakokiyan diderîne holê.
BZ di salên 2500an de, dema ku gihan sînorên xwezayî yên bajarbûyinê û şerê berberî (rekabet) û xwedaniyê (mulkiyet) dijwar bû, Xanedaniya Sargon ya ji koka Semîtîk ji navê derket, nakokî bi darê zorê çewsand û seferberiya derveyî ji xwe re kire polîtîka bingehîn. Taybetiya Sargon ev e, ber bi derve de çûna xwe ya carcaran ku weke qehremaniyekê, -destana Gilgamêş di derbarê van çûnan de ye- ji bûyera yekanî derdixe, dike pêvajoya belavbûneke bi plan û mêhtingehkirinê. Serdestiyeke bazirganî li çar aliyan, bi rêyên deryayî, bejî û çemen destpêdike. Ev pêvajo di nivîstekan (kîtabe) de, bi awayekî şanazî tê ravekirin. BZ di navbera salên 2500 û 2000’an de mêhtingehên bazirganî, ji rojhilatê Derya Spî heta bi Derya Reş, ji nava ëranê heta bi girav û peravên Kendava Basrayê, mîna aşîtê belavbûne. Fenîkeyên li rojhilata Derya Spî, Hîtîtiyên li navenda Anatolyayê, Mîtaniyên li Mezopotamya jorîn û navîn û Elamiyên li ëranê li zaxrosên rojhilat, piştî sepandina mêtingehkirna seretayî, resene dibin û bi berxwadanên ku xwîn rijandine, dibin xwedî hêzên siyasî û dewlet. Eynî weke piştî şerên berxwedanê yên li hember pêvajoya mêhtingehkirina kapîtalîzmê, çêbûna dewletên cîgeyî û federasyonan. Bi hêzbûna mêhtingehkeriya emperyalîst ya Sumer û hebûnên cîgeyî yên di bandora vê de mabûn re, pêvajoya dîrokê ya nû rê li ber gelek pêşveçûnan vedike. Taybetiya vê demê ya tîpîk ev e ku bi xûnifandin û resenebûn digihine civaka biçîn, him jî bi şerê piştî berberiya (rekabet) zêde, weke dewletên piçûk yên cîgeyî derdikevin sehneya dîrokê. Digel serdestiy mêhtingehkirina Sumer ya BZ di navbera salên 2500 û 2000’an de, tê dîtin ku piştî salên BZ 2000’an, bi giranî heyînên siyasî yên li dor mêhtingehan bi hêz dibin û demeke nû vedikin. Ev dema ku ji BZ 2000’an heta bi BZ sedsala 5an berdewamkirî, di dîroka Rojhilata navîn de xwedî wateyeke mezin e.
Ev yek dabaşa xeberdanêye ku van heyînên siyasî, bi hindakayî li qasî Sumera klasîk û Misrê tevkarî kirine û rê li ber pêşveçûnan vekirine. Ev yek tê wê wateyê ku sazûmana koledar, weke qederek be li serê mirovatêyê dibe bela û dema xwe ya herî gihîştî dijî. Herwiha dive ku ev pêvajoya nû ya şaristaniya koledar, bi her awayî were dahûrandin