Otobusa rêwiyan ku ji Sêwasê diçû Stenbolê, li ser rêya bejahî ya navbera Sêwas-Yozgatê ji rê derket, derbasî şerîda din bû û wergeriya şarampolê.
Di encama qezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Yozgat û Sorgûnê. Hate ragihandin rewşa 2 birîndaran giran e.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.