Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dem dema serhildana li dijî îxanetê ye’

Derwêş diyar kir ku di bin polîtîkayên qirkirinê de êrîşên mezin li dijî destkeftiyên gelê kurd heye û bang li jinan û herkesî kir û got “Li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîn û helwest divê. Di kesayeta PDK'ê de dîroka xiyaneta kurd xwe dubare dike. Pêvîstî bi vîn û sekna şehîd Bêrîtanî heye.”

Li gel têkoşîna gelê kurd a li dijî dagirkeriyê, polîtîkayên qirkirinê yê li dijî gelê kurd tê meşandin bi riyên cûrbecûr didome. Girêdayî polîtîkayên çewisandin û tunekirina vîna gelê kurd ku bi pêşengiya jinan dibe xwedî berxwedanekê, tê xwestin ku xeta teslîmkarî û îxanetê bê ferzkirin û ev yek jî bi xeta PDK’ê tê meşandin. Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Cihan Derwîş, têkildarî vê mijarê nirxandin kir bal kişand li ser polîtîkayên li dijî gelê kurd ku bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re tê meşandin.

‘PDK’ê xwefirotiye dewleta tirk’

Cihan Derwîş destnîşan kir ku PDK bûye amûra dewleta tirk û wiha got: “Hêzên hegemon her dem hewil dane ku di nava civakê de parçebûnê ava bikin, ev yek ji bo gelê kurd jî derbasdar e. Di nava kurdan de bi taybet aliyê xiyanetê pêş xistin, ji bo vê heger em li dîroka serhildanên gelê kurd binêrin, em ê bibînin ku hemû raperînên kurdan di encama xiyaneta hundirîn de têk diçûn. Serhildanên navdar ên Qadî Mihemed, Şêx Seyîd û Seyd Riza li dijî zordarî û koletiyê pêk hatin lê mixabin ku bi destan kurdan jî hatin tunekirin.

Di roja îro de jî heman siyaset li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê tê meşandin, bi taybetî jî dewleta tirk dixwaze vê tevgerê bi riya PDK’ê tune bike. Dewleta tirk PDK’ê weke amûra rûxandina Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kar tîne ku ev yek ji destpêka damezrandina Tevgerê re diyar e. A niha axa başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye ku paregeh hatine avakirin, xebatên xwe li wir bi cih tînin û planên xwe li wir pêk tînin. Ev hemû jî bi erêkirina hikûmeta başûrê Kurdistanê çêdibe ku em dikarin vê yekê weke xwefirotana dewleta tirk bi nav bikin.”

‘Li dijî îxanetê helwestek xurt divê were nîşandan’

Cihan Derwîş bal kişand ku divê li hemberî polîtîkayên bi hevkariyê tên meşandin helwestên tund were meşandin û wiha berdewam kir: “Kurdan di dirêjahiya dîrokê de gelek caran serî li hemberî îxaneta hundirîn rakirin, mînaka vê ya herî şênber jî berxwedanî û çalakiya şehîd Bêrîtan e ku 31 sal berê ji bo bidawîkirina îxaneta ku pêk dihat xwe ji zinaran ve avêt. Ev bûyer ji bo me jinan û gelê kurd mîrate û dîrokeke ku em her dem neqebûlkirina îxanetê bînin bîra xwe. Sekna têkoşer Bêrîtan ewqas bi bandor bû ku bi dehan pêşmergeyên PDK’ê çeka xwe bavêjin. Lewre ya niha pêwîst e ku helwestên di heman astê de werin nîşandan da ku em bibin bersiva vê pêvajoyê.”

‘Di kesayeta PDK’ê de dîroka xiyaneta kurd xwe dubare dike’

Cihan Derwîş bal kişand siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdistanê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re li başûrê Kurdistanê sînordar nema. Di dema pêngavên dagirkeriyê yên li herêma Efrîn, Serêkanî û Girê Spî PDK’ê jî xwedî rol bû. Çawa Efrîn hat dagirkirin endamekî girêdayî PDK’ê serdana wir kir û got ku a niha Efrîn ji çeteyan rizgar bû, gelê me dikare bi rengekî aram û ewle bijî. Ewlehiya ku li Efrînê ava kirin li ber çavên civaka navdewletî diyar e, gelê me rojane bi bûyerên revandin, qetilkirin, talankirin, tecawiz û hwd. re rû bi rû ye.

Her wisa di rojên herî zehmet de ku dewleta tirk bênavber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike û gelê me qetil dike, Mesrûr Berzanî li gel Erdogan hevdîtinan pêk tîne û dest didin hev. Ev xal teqez dikin ku êdî PDK bi xiyaneta li hemberî netewa xwe re bûye yek. Ev bûyerên ku em niha dijîn, heman îxaneta ku beriya sedsalan hat jiyîn tê bîra me. Ji bo vê mixabin ku di kesayeta PDK’ê de dîroka xiyaneta kurd xwe dubare dike. Beriya sedsalan kurdên ku ji bo berjewendiya hêzên desthilatdar dixebitîn bûn sedema ku Kurdistan di encama hevpeymana Lozanê de were parçekirin.”

‘Pêvîstî bi vîn û sekna şehîd Bêrîtanî heye’

Cihan Derwîş di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtina li dijî hevkariya bi dewleta tirk re kir û got: “Em ji vê yekê bawer in, heger diyalogên nû ango hevpeymanên nû hebin wê PDK’ê nûnertiya îxanetê bike û bibe sedema ku kurd sedsaleke din ji zordarî, qirkirin û koletiyê jiyan bikin. Em niha di pêvajoya hebûn û tunebûnê re derbas dibin. Bi taybetî jî weke jin pêwîst e ku em bi heman hişmendî, vîn û sekna şehîd Bêrîtan rola xwe bi rengekî çalak bilîzin.”

‘Dem dema serhildana li dijî îxanetê ye’

Cihan Derwêş a got; “Em vê bangê jî bi taybetî ji bo jinên başûrê Kurdistanê dikin” di dawiya axaftina xwe de got: “Jixwe kesê ku destên wan di nava xwîna gelê xwe de hebe, ew weke kurd nayên destgirtin. Mirov wate dide dijmin dema ku êrîşan pêk bîne lê kesên ji nava me û xwe weke kurd didin naskirin, ew nayên efûkirin. Ji bo vê pêwîst e em hevgirtina xwe bihêz bikin da ku nehêlin bandora vê xiyanetê li pêşeroj û statuya gelê me bike. Êdî dem dema serhildana li dijî îxanetê ye da ku dîrok xwe dubare neke û em dîrokeke nû binivîsînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar