Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Artêşa tirk a dagirker bombe li gundê Tirvanîşê barand PDK’ê jî derew kir

Dewleta tirk a dagirker-qirker bi top û obusan bombe li gundê Tirvanîşê yê Metînayê barand. Ji ber êrîşê xisar li mal û baxçeyan bû. PDK ya xwefiroş jî derewa PKK’ê ev êrîş kiriye belav kir.

Dewleta tirk a dagirker bi rêk û pêk bombeyan li gundên başûrê Kurdistanê dibarîne.

Gundê Tirvanîş ê li herêma Metînayê, danê nîvro ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi obus û topan hate bombekirin. Êrîş yekser li ser gund hate kirin û xisar li mal û baxçeyên gund bû.

Dagirkeran şeva 21’ê tebaxê jî bi topan bombe li gundê Guherzê yê Amediyê barandin.

Li aliyê din, hate ragihandin ku PDK a bi dewleta tirk a dagirker re tevdigere derewa ‘êrîş ji aliyê PKK’ê ve hate kirin’ belav kir û hewl da gel li ber PKK’ê rake.

Dewleta tirk a dagirker 6’ê tebaxê li gundê Bilindbasê yê nehiya Çemankê ya herêma Garê bombe li wesayiteke sivîlan barandibû û di encamê de sivîlê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest dabû, Haşim Şekir jî bi giranî birîndar bûbû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar