Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê PDK bêje êdî bese ji xiyaneta xwe re

Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd bang li PDK’ê ki ku bi dijminên kurdan re nekeve nava hevkariyê û wiha got: “Kuştina kurdan bi destên kurdan guneha herî mezin e, divê em nehêlin ev guneh û suc dubare bibe. Divê PDK ji van kiryarên xwere bêje êdî bese.”

Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd daxuyaniyek nivîskî da û got ku ji bo kurd neyên kuştin, divê PDK bi berpirsyarî tev bigere.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi salane gelê me ji hêla neyarên me ve bi cureyen hovane têne qetilkirin. Dewleta tirk, îran, iraq û sûriye ev qirkirin bê navber berdewam kirin. Dewleta di qirkirin û kuştina kurdan de tu sînoran nas nake û serkeşîyê dike, dewleta tirk bê ol e. Divê gelê kurd vê neyarê tirsonek û hov, êdî nas bike!

50 sal in netewa kurd, li dijî vê hovitiyê li ber xwe dide. Di van 40 salên dawî de zêdetirî 50 hezar şehîd, li dijî vê dewleta hov hatine dayîn. Keç û xortên kurd ên bijare hatine şehîd kirin, hîna jî tên qetilkirin. Divê hêzên ji xwe re dibêjin em hêzên kurd in, van neyaran nas bikin û li gor van heqîqetan siyasetên xwe bi domînin.

Karû barên ku dibe hevkariya tirk, ereb û îranê werin terikandin. Kurd xwişk û birayê hevdune, ne xwişk û birayên neyarên xwe û dijminên xwe ne. Li başûrê Kurdistanê ev çend sal in şoreşgerên bizava netewî (PKK) û xelkên bê guneh tên kuştin. Lê em dibînin başurê Kurdîstanê, bi taybet kesên dibêjin em li pey Şoreşa Şêx Ehmed Barzanî dimeşin tu deng ji wan dernakeve. Berovajî hevkariyê bi dewleta tirk re dikin.

Eger berpirsekî PDK’ê rabe li ser çapemniyê gazî dewleta tirk bike û bêje hûn çima serkirdeyên PKK nakujin, ev rewş divê ji hêla kurd û Kurdistaniyan ve, çawa were pêşwazî kirin? Gelî Bawermendan tev bi hev re bikevin nava aştiyê û li pey neyarên xwe neçin.

Divê hemû kurd, ji bo ku kurd kurdan nekujin bikevin nava liv û tevgerê! Kuştina kurdan bi destên kurdan guneha herî mezin e, divê em nehêlin ev guneh û suc dubare bibe. Divê kurd pirsgirêkên xwe bi diyalog û hevdîtinan çareser bikin. Ne bi fitneyên neyarên xwe tev bigerin. Em bang li PDK ê dikin ku Ji bo Kurdistan têk neçe û kurd neyên kuştin, bi berpirsiyarî tev bigere! Em bang li hemû aliyên din ên kurd û Kurdistaniyan dikin ku ji bo aştiyekî mayînde di nava kurdan de ava bibe bi lez û bez tevlî karê aştiya navxweyi bibin. Em bang li hemu Alim û Zanyarên Olî dikin, ji bo tifaq û aştiya kurdan cehdê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar