Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameyên erebî bal kişandin ser serdana Fîdan ya Iraqê

Rojnameyên erebî bal kişandin ser serdana wezîrê karê derve yê tirk ji bo Iraqê û gotin: “Dewleta tirk plan dike ku rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, bike yek.”

Rojnameya Şerq El Ewset di nûçeya xwe ya vê sibehê de behsa planên dewleta tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî kir û wiha nivîsand: “Dewleta tirk plan dike ku rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, bike yek. Wê yekê bi rêya erkdarkirina hakimekî ku desthilata wan herêman li şûna 7 waliyên ji bo koordînekirina hatine erkdarkirin, pêk bîne. Armanc jî pirsgirêkên rêvebirina wan herêman dernekevin.

Çavkaniyan aşkera kir ku plan niha li ser danîna pergala nû ya hevkariya di navbera Enqere û qaşo meclisên xwecih ên li 13 herêmên cuda tê kirin; di serî de Ezaz, Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.”

Hevdîtina Hakan Fîdan ya Iraqê

Rojnameya El Ereb behsa têkiliyên Iraq-Tirkiyeyê kir û wiha di nûçeya xwe de nivîsand: “Serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji Bexdayê re xwedî nîşaneyên balkêş e, nexasim ew serdan hemwextî serdana wezîrê petrolê yê Iraqê ji Enqereyê re pêk hat. Di wê serdanê de wezîrê tirk ji hempîşeyê xwe yê Iraqê re axaftina neewlebûnê têkildarî ji nû ve hinardekirina petrola Herêma başûrê Kurdistanê kir.

Aliyên siyasî yên Iraqê da zanîn ku mijar bi aliyê Tirkiyeyê re der barê jinûve hinardekirina petrolê bi rêya Berava Ceyhanê bi rêk û pêk nameşe. Enqere hewl dide vê dosyayê wek kaxizeke şantajê li dijî Bexdayê têkildarî dosyayên din ên aliyên siyasî û ewlehiyê bi kar bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar