Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tirsa wan û hêza me

Hemû cihan Kevser Erturk ango Ekîn Van nas dikin. Ew jinek kurd bû. Şervanek kurd bû. Li dijî înkar, tundî û dagirkirinê serî hildabû. Li dijî mêtîngerî, kedxwarî û neheqiyê serî hildabû. Ji bo parastina nasnameya kurd û  jinê, ji bo parastina nirxên civaka sincî û polîtîk serî hildabû. Ji bo rûmet û keda jinan biparêze serî hildabû.

Ji bo ku êdî kurd wekî hemû gelên din bi nasname, ziman, çand û baweriya xwe li ser axa xwe bijîn, ji bo ku kurd êdî wekî netew û civakên din xwe bi xwe bi rêve bibin,  ji bo ku kurd karibin xwe  li gund, tax û navçeyan xwe bi rêxistin bikin û bi rêve bibin; 8 sal berê di germahiya tebaxê de daket nava Gimgimê.

Çawa ku Mahsûm Korkmaz ango Egît 39 sal berê di germahiya tebaxê de (15’ê Tebaxa 194) berê xwe da Dihê û li dijî qereqola cendirmeyan û li dijî neyarê xwe guleya yekemîn teqand û gelek peyam dan dewlet, NATO û artêşê, Ekîn Van jî 8 sal berê xwest pêngava ku Egît li qada çiyê dest pê kir, ew jî li navçe û bajaran pêvajoyek nû bide destpêkirin.

Ji bo dewlet cara duyemîn tirsa 15’ê Tebaxê  nejî vê  carê bi hemû hêzên xwe yên polis, leşker, tang û topan erîşî  navçeyan kir. Bi hemû îstîxbatar û  şerê taybet xwest vê pêngava Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk di dergûşê de bifetisîne.

Ji ber tirsa xwe, xwest tirsek mezin ava bike. Xwest di aliyê derûnî de serdestî û serweriyê li ser civakê pêk bîne. Ji ber tirsa xwe serî li şerê taybet, şerê derûnî û şerê li dijî sinc û qanûnan da. Şerê dijmirovahî pêş xist û bedena Ekîn Van di 10’ê Tebaxê de tazî kirin û li kolanê hiştin.

Ji tirsan Cezayê Haci Bîrlîk li Şirnexê avêtin pey panzêrê û bi erdê re kaş kirin. Ji tirsan cenazeyê jina kurd Ekîn Van tazî kirin û xwestin rûmeta gelê kurd bişkînin, ji tirsan êrîşî gor û goristanên zarokên kurdan kirin, ji tirsan cenazeyên zarokên kurdan an nedan wan, an jî bi pakêtên kargo û ptt’ê ji malbatan re şandin, ji tirsan qeyûm tayînî şaredariyan kirin, ji tirsan îro bi hezaran siyasetmedarên kurd avêtine zindanan, rojnameger, siyasetmedar û hunermendên kurd binçav dikin û ceza dikin, ji tirsan êrîşî avahiyên HDP’ê û partiyên kurdan dikin, ji tirsan çadiran li ber deriyê avahiyên HDP’a Amedê datînin û bi polîsên xwe şev û rojan nobeta parastina çend malbatên xwe firoş dikin, ji tirsan  her roj dar û daristanên kurdistanê dibirin û daristanan dişewitînin, ji tirsan kurdên wekî malbata Barzanî dikin neyarên kurdan, ji tirsa ku wekî sucdar neyên dîtin û li dadgehên navneteweyî neyên darizandin, li dijî çalakiya Emîne Şenyaşar, kuştina zarokên kurdan, êrîşa  goristanên kurdan ker, kor û lal dimînin. Ji tirsan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd dikin û naxwazin malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne.

Tirsa wan pir mezin e. Ji ber ku tirsa wan pir mezin û pir zêde ye, êrîşên wan jî pir zêde ne.  Ji ber tirsa  wan pir zêde ye, şerê taybet jî pir kûr dimeşînin. Ji ber tirsa wan a ji kurdên polîtîk û azad pir zêde ye, ciwanên kurd di nava tiryak fiqûş û sîxuriyê de difetisînin.

Di ser kuştina Ekîn Van re 8 sal borîn. 8 sal berê di 22’ê Tebaxê de bi deh hezaran kurd, di pêşengiya rêxistinên kurdan de daketin qadan û li dijî vê zilmê dengê xwe bilind kirin. Îro tecrîda li dijî Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir bûye. Ev mezinbûna tirsa wan û têkçûna wan nişan dide. Li dijî tecrîdê gelê kurd, suryan, ereb û dostên kurdan li Minbiç, Reqqa, Heleb, welatê Ewropa û ereban daketine qadan û azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. Kurdên bakur ku 8 sal berê bi deh hezaran dadiketin qadan, divê îro ji her deme bêtir bi girseyî û bi biryar dakevin qadan. Ji ber ku ji ber demê  bêtir bi hêz in. Hêza wan mafdarya wan e. Hêza wan zanîna wan e. Ku îro kurd li Bakur piştgiriyê bidin dayika Emîne Şenyaşar û tecrîda li ser çalakiya Emîne Şenyaşar bişkînin, dê karibin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî  bişkinin. Dema vê yekê hatiye.

 

Nûçeyên Têkildar