PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

DFG û MKGP’ê êrîşên dewleta tirk ên li ser rojnamegeran şermezar kir

DFG û MKGP’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî xebatkarên Jin TV’yê pêk hatî şermezar kirin û xwest qada navneteweyî bêdeng nemîne û Tirkiye demildest dev ji êrîşan berde.

Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî wesayîta xebatkarên Jin TV’yê ya li rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî li dijî rojnamevanên jin bi sîtematîk êrîş pêk tên û tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojnamegerên kurd û çapameniya azad bi deh salan ji bo ragihandina heqîqetê gelek berdêl dan û hêj jî didin. Mixabin mînakeke din vê carê li rojavayê Kurdistanê pêk hat û êrîşek bi balafirên dewleta tirk li wesayita televizyona Jin TV’yê hat kirin. Di serî de em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Wek tê zanîn pîşeya rojnamegeriyê, karê ragihandinê bi giştî bandora xwe li her aliyên jiyanê dike û xwedî girîngiyeke taybet e. Di nava xwe de têkoşîneke mezin dihewîne. Li dijî nenaskirina nasnameya gelekî û li dijî zilm û zordestiya dewletan yek ji rêbaza têkoşînê ye. Loma jî li dijî pîşeya rojnamegeriyê û karê ragihandinê her tim zext, zordestî û êrîş pêk hatine. Ev zext û zordestî jî bi taybet li dijî kedkarên çapemeniyê yên jin bi awayekî sîstematîk pêk tên. Gelek caran jî rojnamegerên ku li herêmên şer peywira xwe pêk tînin êrîş li wan tên kirin û têne qetilkirin.

Herî dawî roja 23’yê tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîrê yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê yê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li erebeyeke rojnamevanan da. Bi êrîşa balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk a li ser rêya Amûdê Qamişloyê nûçegihaneke jin a bi navê Delîla Egîd birîndar bû û karmendê JIN TV’yê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jî jiyana xwe ji dest da. Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê rojnameger Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema li ser karê xwe bûn bi êrîşên balafirên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan.

Bi van êrîşan dewleta tirk peyman û zagonên navneteweyî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dike. Loma jî dezgehên mafê mirovan û yên çapemeniyê yên navneteweyî divê li dijî van êrîşana xwe ker û lal nekin. Bersiveke bi bandor bidin van êrîşana. Û bila ev yek baş bê zanîn, bi operasyon, kuştin, zext, zordestî, êrîş û îşkenceyê ew ê tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin. Wê şopdarên heqîqetê dev ji ragihandina rastî û heqîqetê bernedin.

Em careke din vê êrîşa li ser rojnamegerên jin bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku dewleta tirk dev ji van êrîşên xwe yên dûrî mirovahiyê berde. Her wiha em ji malbata Jin TV’yê û tevahiya rojnamegerên jin re sersaxiyê dixwazin û dibêjin kedkarên çapemeniya azad nemir in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar