PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji ber çi Iraq komkujiya êzidiyan wek Jenosît nas nake?

Civaka êzidî ku jiber frmana reviyane ev 9 salin  li koçberiyê beşek ji wan jiyan dike, beşek derketine  dervey welat û beşê vegeriyana ser warên xwe bi tu awayî nehatine qerebokirin. Civakeka wek a êzidiyan di sedsala 21’ê de eger rastî fermanê hatibe gelo çima cihan çavê xwe jêre digire û hikûmeta Iraqê ku sedemê sereke ê fermanê ye, veyekê qebûl nake. Em dixwazin balê bikşînin ser hin mijarê ku heye nehe jiber çi îraq daxwazên êzidiyan pêk nayîne û raya giştî jî bê denge.

Êzidî di dîroka Iraqê de

Di dîrokê de heye nehe hikûmeta Iraqê wek oleka kevnar ku kok axwe ji Someriya digire û  heya nehe liser vê erdingariyê jiyan kirine nedîtine û bi wê giraniyê nêzî êzidiyan  nebuya.

Di gelek pêvajoya de  hêzên dewletê bi çekên giran berê xwedane çiyayê Şengalê û li dijî êzidiyan şer kirine. Di aliyê siyasî de êzidî bê maf hiştine û ji berjewendiyên xwere bikar anîne.  Eger lêkolîn liser dîroka êzidiyan û îraqê bê kirin ev yek derdikeve holê. Lê mixabin siyasetmedar û lêkolînerên êzidiyan jiber ku ne serbixwe bûne û ji ber berjewendiyên xweyên şexsî nikrine vêyekê bidin diyakirin wisa buya ku êzidî  hekûmeta Iraqê ji xwere piştevan bibînin û lihimber dewletê bêdeng bibin.

Di dema hekûmet Sedam de bi sedan êzidî liser sînorêm başûr û rojhilatê Iraqê ji bo vê dewletê  cane xwe dan. Sedam  jî li himber vê ximzeta êzidiyan tiştek nekir lê wek kurdên Başûrê Kuridistanê Êzidî di komkujiyar e derbas nekirin. Gelo nêzîkatiyên Sedam li himber êzidiyan di berjewendiya êzidiyan debûn? Ne. jiber ku di dema Sedam Hisên de rêliber fermana hate vekirin ew jî bi qutkirina êzidiyan ji çiya bû.

Ev beşkî kurt ji nêzîkatiyên hekûmeta Iraqê lihimber êzidiyane. Eger em behsa vê serdemê bikin, herdem em PDK’ê ji komkujiya êzidiyan berpirsiyar dibînin lê a ku Iraqê di dema fermanê li dijî êzidiyan kirî ne ji a PDK’ê kêmtir bû jiber ku Iraqê heya roja îro jî xwe xwediyê Şengalê dibîne lê ev xwedîtina xwe a Şengalê ne di berjewendiya gelê Şengalê deye belkû herdem Şengal û êzidî ji berjewendiyên xwere bikar anîne.

Di dema 3’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Şengalê Iraq beriya Pêşmergeyan Şengal valakir, enku Iraq yek ji sedemên sereke ê komkujiya êzdiyane.   Erê êzidî behsa mafê xwe dikin jiber ku di fermanê re derbas bûne lê ferman çawa çêbû û çawa rêliber hate vekirin ev nayê şirovekirin.  Dema êzidî hesab ji  aliyên bûn sedema fermanê nexwazin ewê nikaribin mafê xwe bidest bixin.

Nêzîkatiyên Iraqê piştî Fermanê

Dema fermanê de îraqa ku terka Şengalê kiribû lihimber êzidiyan bi rexenedan nêz nebû , di rizgarikina herêmên êzidiyan de jî beşdar nebû. Heya ku Şengal liser destê Şervan û Gerîla nehate rizgakirin. Erê Iraq di rizgakirina Şengalê de beşdar nebû , bi xwîna keç û xortên êzidiyan, Şervan û gerîla Şengal hate rizgakirin, gelo Iraq piştî rizgakirina Şengal ji bo êzidiyan çikir ?

Di serîde desrtê xwe dirêjî  sazî û dezgehên rêveberiya xweser kir ku gel xwe bixwe dane avakirin, xweset hêzên parastina Şengalê belav bike û êzidiyan vegerîne beriya fermanê, jiber ku êzidî ne amadebûn  carekî din xwe teslîmî PDK’ê û Iraqê bikin vê carê Iraqê ezmanê Şengalê ji balefirên dewleta tirk re vekir ku êrîş ser pêşengên êzidiyan bikin. PDK’ê jî rêliber koçberên Şengalê girt  daku venegerin ser warê xwe.  Rimxî hemû astengiyan jî lê gelê êzidî liser malê xwe vegeriyan û rêvberiya xweser bihêz kirin. Ji bo ev rêveberî tune bibe PDK’ê Iraq û dewleta tirk bûne yek û dest bi pilana kirin.

Peyîmana 9’ê Cotmeha 2020’an

Jiber ku êzidiyan dest ji PDK’ê û Irqaê re dananîn vê carê di 9’ê Cotmeha 2020’an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbuyî de peymanek îmzekirin ku hemû destkeftiyên êzidiyan dihate tunekirin lê êzidiyan bi tekoşîna xwe rêliber vê peymanê giritn û heya niha rê nedane ku Iraqê  hedefa xwe a tesfiyekirine rêveberiya xweser pêk bîne.  Bi heman armancê di 1’ê Gulana 2022’an de bi hêzeka mezin Iraqê berê xwe da Şengalê û xwest bi hêzê destkeftiyên vê civakê tune bike. Heya niha êzidiyan  teslîmbûn qebûlnekiriya lê beşek ji êzidiyan vê rastiyê jî nizanin  û daxwaza mafê xwe ji Iraqê dikin.

Naskirina Jenosîdê ji aliyê Iraqê ve

Heya nehe zêdetir ji 20 welat û saziyên navdewletî komkujiya êzidiyan wek Jenosîd naskirine lê Iraqa ku Şengal parçek jêye, ji bo komkujiya êzidiyan bê naskirine tu tiştek nekiriye û Iraq bi xwe jî qebûl nake. Gelo çima Iraqê kokujiya êzidiyan wek Jenosîd qebûl nake?

Eger Iraq ji bo naskirina jenosîdê kar bike mîna ku kesek bi destê xwe   werîsî xwe ê sêdaredanê girê bideya, eger Iraq jenosîdê qebûl bike li gor hemû qanûnên navdewletî ê ku hesabide Iraqe lê Iraq vê nake.

Bi naskirina Jenosdê re pêwîste Iraq pêşwaziyê di hemû daxazên êzidiyan bike ku di nehede yek ji daxwazên êzidiyan xweseriya Şengalê ye wê demê lazime Iraqê xweseriya Şengalê nas bike.

Ev nêzîkaityên li hember êzidiyam di bin navê Iraqê de tên kirin, eger hikumet biguhere, serok wezîr Kazim, Sûdanî an jî Ebadî be ji bo êzidiyan tu cudahî nîne jiber siyaseta li hember êzidiyan her yeke  ku ew jî  vegerenadina Şengalê a beriya fermanê ye.

Nûçeyên Têkildar