Mihemed Husên Şerîf ku bi nasnavê Mihemed Goran tê naskirin, 25 salin mamosteye û nîştecihê bajarê Hewlêrê ye. Li sala 199’ê dest bi karê nivîskariyê kiriye. Lê pêşiyê bi karê rojnamevaniyê dest pê kiriye û heta niha jî weke rojnamevan xebatên xwe didomîne. Di kovara Dîwan ya li Hewlêrê tê weşandin, rêveberê karê nivîsane. Di gelek rojname û kovaran de xebitiye.
Pirtûkên Mihemed Goran wiha ne; Remzî Nafîh-Zarokê Fedekarê Kurdistanê – sê caran hatiye çapkirin, Xanê Lep Zêrîn û Şerê Şeş Mehan yê Kelha Dimdim, Mîr Mihemed Dergeleyî, Keçên Dibistanê ku di vê pirtûkê de behsa keçên ku di salên berê de hemû qeyd û bend şikandine, çûne dibistanê û xwendine, dike.
Mihemed Goran ji Rojnews’ê re axivî û got; “Nivîsîna bê armanc nabe. Armanca min jî ji nivîsînan ewe ku demboriya gelê xwe bi nifşê niha û pêşerojê bidim nasandin. Ji ber ku divê nifşê niha bizane ya ku îro heye peywendiya xwe bi xebat û têkoşîna demboriyê ve heye. Divê em bizanîn di demboriyê de kê ji bo gelê xwe têkoşiya ye û niha jî kî xwedî desthilate û desthilatdariyê dike.
Nivîskar Mihemed dibêje her pirtûkeke wî xwedî armanceke cuda ye û got; “Di her sê pirtûkên min yên destpêkê de mebesta min nifşên niha bizanin ku xelkek hemû di demên borî de kar û xebatên mezin ji gelê xwe re kirine û divê rêx li wê xebat û têkoşîna wan bê girtin.”
Rojnamevan û nivîskar Mihemed Goran dibêje bi tu awayî nabe ku nivîskar bazirganiyê bi nivîsînê bikin û got; “Gilî û gazindên min ji wan nivîskarên xanenişîn û dewlemend heye ku ji bo çapkirina pirtûkên xwe pere dixwazin. Min çar pirtûk çapkirine û hemû ji kîsê min bû. Min nehêlaye bandoreke nerênî li ser jiyana min çêbike. Di dawiyê de nivîskar dikare hinek pere bi rêya firotina pirtûkên xwe bidest bixe. Lê nabe çavê nivîskaran tim li ser komkirina pere be.”