PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Nasnameya 3 gerîlayên şehîd hat aşkerekirin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyên me Mesken, Hekol û Azadî wezîfeyên girîng ji me re hiştin ku divê teqez em bi ser bixînin.”

“Li Herêmên Parastinê yên Medyayê yek ji berxwedanên herî bi rûmet a dîrokê lê tê raberkirin. Her roj derbeyên bandortir li artêşa tirk a dagirker tê xistin û pêşî li dagirkeran tê girtin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi fedekariyek mezin, xwestek, biryardarî û îradeya Apoyî vê berxwedanê dimeşîne û ev yek ji hemû gelên berxwedêr re dibe çavkaniya îlhamê. Ev berxwedana ku şehîdên me yên pîroz bi fedakariyên bê hempa û tarzê şer ê fedayî derxistî holê, bê guman hîn mezintir dibe.

Hevrêyên me Mesken, Herekol û Azadî di têkoşîna dîrokî ya li hemberî dagirkeran hatî raberkirin de, her yek ji wan mîlîtanek Apoyî yên pêşeng bûn. Hevrêyên me di dem û cihên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku nûnerên ruhê berxwedana PKK û PAJK’ê ne, li hemû qadên têkoşînê bi jiyan, seknên xwe yên mîlîtanî û zelaliyên di îdeolojiya Apoyî de ji hevrêyên xwe re bûn mînak. Hevrêyên me Mesken, Herekol û Azadî bêyî teredut li dijî êrîşên dewleta tirk a mêtinger û qirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer kirin û wezîfeyên me girîng ji me re hiştin ku divê teqez em bi ser bixînin.

Ez soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku şehîdên me yên pêşeng hevrê Mesken, Herekol û Azadî dewrî me kirî, bi ser bixînin. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Mesken Nisêbîn

Nav û Paşnav: Zeynep Kaya

Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Naîle – Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Herekol Botan

Nav û Paşnav: Hesen Batmaz

Cihê ji dayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Medîne – Îbrahîm

Cih û dîroka şehadetê: Hezîrana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Azadî Stêrk

Nav û Paşnav: Sîham Bozan

Cihê ji dayikbûnê: Girê Spî

Navê Dayik – Bav: Îlham – Mislim

Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeha 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar