Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK’e bang li Iraq û PDK’ê kir ku dest van helwestên xwe berdin

KNK’ê diyar kir ku şêweyê pêşwazîkirina Fîdan li Hewlêrê cihê şermê ye û wiha got: “Gelek şervan û pêşengên kurd bi biryara Hakan Fîdan û saziya ku serkêşiyê jê re dike, hatin qetilkirin. PDK li şûna helwestê li dijî êrîşên dewleta tirk rabe, karekî welê dike ku van êrîşan hêsan dike.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku serdana Wezîrê Karên Derve yê tirk Hakan Fîdan a li Iraq û başûrê Kurdistanê, ji bo rewakirin û dewamkirina êrîşên Enqereyê yên li ser herêmê ye.

KNK’ê bi bîr xist, ku ji çar dewletên li ser Kurdistanê serwer in; Iraq ji aliyê destûra bingehînî ve maf û hebûna kurdan nas dike û diyar kir, ku Tirkiye dixwaze Iraqê bikişîne ser xeta xwe û li rejîma Saddam vegere.

KNK’ê destnîşan kir ku nêta dewleta tirk ‘têkbirina berjewendiyên gelê kurd hemû’ ye û işaret bi helwesta Tirkiyeyê ya di dema referandûma serxwebûnê de kir ku beriya şeş salan hatibû kirin.

‘PDK li şûna helwestê li dijî êrîşên dewleta tirk rabe îxanetê li kurdan dike’

KNK’ê şêweyê pêşwazîkirina Hakan Fîdan a li Hewlêrê weke nêzîkatiyeke cihê şermê pênase kir û ragihand, gelek şervan û pêşengên kurd bi biryara Hakan Fîdan û saziya ku serkêşiyê jê re dike, hatin qetilkirin.

KNK’ê bi bîr xist ku Hakan Fîdan spasiya serokwezîrê hikumeta başûrê Kurdistanê kir û got: “Eger dijminê we malavahiya we bike, divê hûn deh caran li ser bifikirin.”

Di daxuyaniya KNK’ê de hate ragihandin, ku PDK li şûna helwestê li dijî êrîşên dewleta tirk rabe, karekî welê dike ku van êrîşan hêsan dike û hate gotin, têkildarî êrîş û komkujiyên li Pêncewîn, Sîdekan û Bradostê ku di dema serdana Fîdan a li Hewlêrê de qewimîn, rêveberiya Başûr bêdeng maye.

KNK’ê hêzên li Zap, Metîna û Avaşînê yên Gerîla silav kir

KNK’ê bang li hikumeta Iraqê kir ku hevkariyê bi dewleta tirk re neke. Her wiha jê xwest ku li ber êrîşên dewleta tirk rabe.

KNK’ê bang li PDK’ê jî kir û diyar kir ku divê tavilê dest ji helwesta xwe berde ku xwe dide aliyê dewleta tirk û li ser xeta neteweyî vegere.

KNK’ê bang li hêzên Kurdistanî hemûyan jî kir ku li ber dagirkeran rabin û cihê xwe li gel têkoşîna azadiyê ya kurd bigirin.

KNK’ê her wiha hêzên li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî artêşa tirk a dagirker li ber xwe didin, silav kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar