Milîsên Zekiya ALkan ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyan ev agahî da:
“Stenbol:
Li Stenbolê, me li hemberî avahiyeke Şaredariya Sancaktepe ya AKP’yî çalakiyeke sabotanê kirin. Agir bi avahiyê ket û welê lê hat ku nema karibe bê bikaranîn. Heman şevê li Stenbol-Sîlîvriyê, milîsên me agir berdan trafo û depoya binesaziya înternetê ya Turk Telekomê. Li Stenbol-Başakşehîrê me li hemberî makîneyên kar ên li OSB’yê çalakiya bombeyê lidar xist.
Şirnex:
Li navenda bajêr Marketeke BÎM, li Cizîrê jî Marketa Şok ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin.
Riha:
Li Rihayê, me li hemberî ofîsa zabita ya Şaredariya AKP’yî çalakiya sabotajê kirin. Ofîs bi temamî hate şewitandin.
Wan:
Li Wanê navendeke etut a şaredariyê ku qeyûm li ser hatiye danîn, bû hedefa me. Di encama çalakiya sabotajê de navend di asteke mezin de xera bû.”
Di daxuyaniyê de biryardariya şikandina tecrîdê hate nîşandan.