Mîhdî Ozturk di 9’ê tebaxa sala 1993’yan de di encama serdegirtina malê ya li Îzmîrê de hate binçavkirin. Di 16’ê tebaxa 1993’yan de jî bi hinceta îfadeyên “şahid” hate girtin. Li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “Dixwaze beşekê xaka di bin serweriya dewletê parçe bike” cezayê muebbetê lê hate birîn. Ozturk, 30 sal piştre di 9’ê tebaxê de ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Şakranê hate berdan.
Ozturk, di sala 1965’an de li gundê Şêx Mehmûd ê navçeya Mehserte yê Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber rewşa aboriyê, tevî malbata xwe di sala 1977’an de koçî Îzmîrê kir. Di 18 saliya xwe de zewicî û bavê 5 zarokan e. Di 28 saliya xwe de jî hate girtin. Piştî girtinê, birin Girtîgeha Kiriklar a Bucayê. Di sala 1995’an de sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê hate kirin. Di sala 2001’ê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Bucayê û di sala 2006’an de jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Şakranê hate kirin. Ozturk, di 28 saliya xwe de kete girtîgehê û di 58 saliya xwe de derket.
‘Xwerexnekirin fezîleteke rexnekirin karê dilwêrektiyê ye hezkirin jî tiştekî pîroz e’
Nîviya jiyana Ozturk li girtîgehê derbas bû û Ozturk qala têkoşîna girtiyan kir. Ozturk, da zanîn ku beriya bikeve girtîgehê şexsiyeteke şerker bû û wiha got: “Li girtîgehê hînî berxwedan, hezkirinê, xwendinê û nivîsandinê bûm. Dibe ku ev yek bo mirovan tiştekî pir jirêzê bê. Lê ji bo min ev yek pir girîng bû. Li gund mezin bûm, li Îzmîrê ji mal diçûm kar û ji kar dihatim malê. Heke mirovekî wiha derkeve asta xwedîradebûnê, bikeve nava lêgerînê, lêpirse, rexne û xwerexnekirinê, ev yek îradeyeke mezin e. Ji ber ku xwerexnekirin fezîleteke, rexnekirin karê dilwêrektiyê ye, hezkirin jî tiştekî pîroz e. Divê mirov her tiştekî bizane û bizane li ber xwe bide.”
Ozturk, diyar kir ku di dema girtî dayik, bav û gelek xizmên xwe winda kiriye û wiha domand: “Lewma dema ji girtîgehê derketim, min xwest ji ewil biçim serdana gorên xizmên xwe. Lê ji bilî malbata min gelek kesên din ji bo pêşwazîkirina min hatibûn. Lewma min nekarî biçim. Piştî hatim malê, di firsenda ewil de çûm serdana wan.”
‘Tişta min li derve dît ew germahiya di dilan de bû’
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku xizmê wî Mehmet Şîrîn Gumuş jî li gel wî hatibû girtin lê berdana wî hate taloqkirin û wiha pê de çû: “Lewma dema derketim keyfxweş nebûm. Lê dema min ew biriqîna di çavên kesên li benda min disekinin dîtî, mirûzê min xweş bû. Erê rast e, li derve avahî, rê guherî ne. Lê ya girîng, ew germahiya di dilan de bû. Bendewariya min ev bû û tişta li bendê bûm pêk hat.”
‘Di xewnên xwe de min her tim biçûkatiya zarokên xwe di dît’
Di berdewamê de Ozturk bi lêv kir ku dema ketî girtîgehê zarokên wî pir biçûk bûn û ev tişt anî ziman: “Di xewnên xwe de min her tim biçûkatiya zarokên xwe di dît. Dîwar û navber belkî ji bo malbatan hîn zehmettir bû. Min dît ku bi demê re malbat hewl didin me dilaram bikin. Malbata min jî pêvajoyeke girtîgeha servekirî jiya. Dema ji girtîgehê derketim min gotinek kir, min got ku ji bo kesê ji rêhevalê xwe hez dike 30 sal weke 3 rojan û ji bo kesê ji hevalê xwe hez neke, ji wî fêm neke, jê dûr dimîne û dixeyide jî 3 roj mîna 30 salan derbas dibin. Ez li ser vê gotinê gelek nefikirîm. Lê dema derketim gotina ewil a hatiye bîra min ev bû.”
‘Me li ber deriyê qawîşê cenaze teslîm digirt’
Ozturk, diyar kir ku dema li girtîgehê tişta herî zêde ew daye zorê ew bû ku nekarî xatira xwe ji hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dayîn bixwaze û wiha pê de çû: “Me cenazeyên hevalan bi rêya gardiyanan radestî malbatên wan dikir. Me nekarî heta ber derî jî hevalên xwe oxir bikin. Dema em li hundir me agahiya mirina gelek kesên me pir jê hez dikir girt. Me nekarî biçin ser gorên wan, nekarî malbatên wan hembêz bikin. Me tenê dikariya faks an jî nameyê jê re bişînin. Tişta herî zêde ez didam zorê ev bû. Me li ber deriyê qawîşê cenaze teslîm digirt. Tu gotin bi têrî vegotina vê hestê nakin.”
‘Kêliya herî kêfxweşbûm gava tecrîd rabûnê bû’
Ozturk, destnîşan kir ku dema li girtîgehê tişta herî zêde pê keyfxweş bûy û tu carî ji bîr nekirî, di sala 2013’an de rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destpêkirina hevdîtinan bû û wiha derbirî: “Yek ji tiştên herî zêde pê keyfxweş bûm, di van 30 salan de tu carî ji hevalên xwe qut nebûm. Rakirina tecrîdê û destpêkirina guftûgoyê yek ji pêvajoyên ku tu carî ji bîra min naçe ye. Wê demê çendek pirsgirêkên min ên tenduristiyê hebûn. Hevalan nehiştin bikevim greva birçîbûnê. Min daxwaznameyeke şexsî da û biryara tevlibûna greva birçîbûnê da. Ji ber ku piştî vê grevê tecrîd hate rakirin. Rêya aştiyê vebû. Wê demê dibêjî para min jî tê de heye.”
‘Tu tiştek bi qasî aştî û azadiyê binirx û girîng nîne’
Ozturk, got ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne tenê ji bo kurd û tirkan lê bandor li tevahiya gelên Rojhilata Navîn kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta vê pêvajoyê bandor li ser çareseriya Îsraîl, Filistnê û cîranên Tirkiyeyê jî kir. Me wê demê dît bê ka tiştên nepêkan çawa veguherîn. Hat dîtin ku heke astengiyên di navbera gelan de bên rakirin, ev pirsgirêk dikare di nava 6 mehan de bê çareserkirin. Wê demê bandor li her qadê kir. Helwestên leşkeran, gardiyanan heta kesên li nexweşxaneyê jî guherîn. Divê mirov pêşengiya vê rewşê tenê ji kurdan re nehêle. Divê bloka demokrasiyê ya Tirkiyeyê û parastvanên mafên mirovan di vê mijarê de hewl bidin. Aştî ne tenê hesreta me ye lê di heman demê de armanca me ye. Tu tiştek bi qasî aştî û azadiyê binirx û girîng nîne.”
‘Dema fikra hevpar jiyana komunal û îradeyeke hevgirtî hebe zehmetiyan derbas dibin’
Ozturk, bal kişand ser zehmetiyên li girtîgehê û wiha qal kir: “Ev zehmetî ne tenê yekalî ne. Her zehmetî dikare were derbaskirin. Kêliya herî zehmet û herî xweş a hevalekî li girtîgehê, ya me tevan bû. Çiqas zehmetî hebin jî tu hewl didî bi hev re îradeyeke hevpar nîşan bidî. Dema fikra hevpar, jiyana komunal û îradeyeke hevgirtî hebe, mirov wê demê hemû zehmetiyan derbas dike. Her tiştê hevalan hîn dibî. Lê biryara dawî vîna mirov e. Ger vîna xwe nîşan bidî, hevkarî xelas nabe. Naxwazim bibêjim ji hêla şexsî ve min zehmetî kişandin ji ber ku hem zehmetî hem jî serkeftin a me tevan e.”
‘Piştî pêvajoya çareseriyê polîtîkaya zîndanan jî guherîn’
Ozturk, da zanîn ku li girtîgehê bi polîtîkaya tecrîdê hewl didin îradeya girtiyan teslîm bigirin û wiha got: “Armanca vekirina girtîgehên bi tîpa F’ê jî ev bû. Lê nekarîn bi ser kevin. Li girtîgehan hinek sînorkirin hene. Lê li dijî vê jî rewşa qebûlnekirina tecrîdê heye. Ev pêvajoyeke. Divê mirov vê pêvajoyê tenê nehêle ser milên girtiyan. Rayedarên girtîgehê dibêjin; ‘jixwe rayeya min heye’ û hewl dide hevalan bisînor bike. Hevalên me jî çi pêwîst bike dikin. Divê li derve jî malbat û bi taybet jî li Meclisê di rojevê de bê girtin.”
‘Girtîgeh dişibe polayeke di devê cinawirekî de’
Ozturk, axaftina xwe bi vê pênaseya ji bo girtîgehê bi dawî kir: “Li gorî min girtîgeh, dişibe polayeke di devê cinawirekî de. Şoreşgerekî ku îradeya wî heye dikare ji wir derkeve. Yên ku îradeya xwe winda dikin, yên dudil, yên bifikar dê biçin mîdeyê cinawir û tune bibin. Lê kesên bi îradeya xwe dimînin di devê cinawir de, hêjayî gel û doza xwe ji wir derdikevin. Bi taybet jî di sala 2016’an de piştî pêvajoya ‘darbeyê’ zext zêde bûn. Mafên bingehîn ên weke pêwendiyên civakî yên girtiyan binpê kirin. Nahêlin girtî bên gel hev. Anku şerê îradeyê yê di devê cinawir de bênavber didome.”