Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê operasyona xurtkirina ewlehiyê da destpêkirin

HSD’ê li ser daxwaz û pêşniyarên gelê herêmê li çoltarê bajarê Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyonek berfireh da destpêkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî DAIŞ’ê li Dêrazorê dest bi “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” kirine.

Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Ji ber êrişên terorîst ên ku li herêma Dêrezorê ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve li dijî xelkê herêmê, rûspiyên herêmê û hêzên ewlehiyê. Di heman demê de li ser esasê hewldanên pêwendiyên berdewam ên di navbera Fermandariya Giştî ya hêzên me, HSD û navbera şêx û rûspiyên eşîran de ku di civîna herî dawê de bi fermandariya giştî ya hêzên me re daxwaz û pêşniyarên welatiyan pêşkêş kiribûn ji bo şopandina şaneyên terorîst û tunekirina çavkaniyên wan. Li ser vî esasî û di çarçoveya bicihanîna erkên xwe yên leşkerî, netewî û exlaqî de, hêzên me roja yekşemê tam demjimêr di 20:00’ên êvarê de, bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyona  ‘Xûrtkirina ewlehiyê’ li eniya rojhilatê Firatê kirin û bi taybet li herêma Dêrezorê.

Ev operasyon – bi armancên taybet – berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqayê ye, ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ’ê, pêşîlêgirtina li operasyonên wan ên muhtemel û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine. Ji bilî şopandina qaçaxçiyên ku bazirganiyê li ser debara jiyana xelkê dikin. Ev operasyon yek ji qonaxên pêşketî yên têkoşîna hevpar ku hêzên me bi piştgirî û piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi rê ve dibin û heta bigihêje armancên xwe wê berdewam bike. Hêzên ku di operasyonê de beşdar dibin dê li kêleka rêveberiya sivîl û rûsipiyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bixebitin û xwe bispêrin hişyariya xelkê ji metirsiya şaneyên terorîst, kesên sûcdar. Her wiha wê ev hêzên peşdar di pêkanîna erkên xwe de gav paşde neavêje û bi awayekî hişk li terorîst, kesên sûcdar û her kesê ku wan vedişêrin, bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar