Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK’ê tenê di 2 salên dawî de bi dehan gerîla şehîd kir

Hevkarî û îxaneta PDK’ê ya bi dijminê gelê kurd re bûye talûkeya herî mezin ya pêşeroja kurd û Kurdistanê. Beriya du salan bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re, çend komek gerîlayên azadiyê ketin kemînê û heta niha aqûbeta wan ne diyare. Îro jî bi heman awayî, gerîlayên azadiyê bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta dagirker re, şehîd dikevin.

Di 5’ê îlonê de dema komek gerîla li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin, dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîş î vê koma gerîla kir.

Di encama êrîş a hewayî û çekdarên PDK’ê ya di 5’ê îlonê de pêkhat de 3 gerîla şehîd dibin û 3 gerîla jî birîndar bûn û ji aliyê hêzên PDK’ê ve dîl hatin girtin.PDK cenazeyên gerîlayên şehîd li ku digire?

Li gorî çavkaniya herêmî ragihandî, PDK’ê agahiya cihê koma gerîlayan daye dewleta tirk a dagirker. Her wiha hat diyarkirin ku piştî êrîş a balefirên bê mirov yên dewleta tirk, PDK’ê zext li gerîlayên birîndar kiriye ku teslîm bibin.

Li gorî agahiyên ku wê demê hatîn belavkirin ji bilî 3 gerîlayên şehîd ketî, PDK’ê banga teslîmbûnê li 3 gerîlayên birîndarbûne kir û li ser wê di navbera PDK’ê û gerîlayan de şer derket. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku PDK’ê 3 gerîlayên birîndarbûne dîl girtine û aqûbeta wan ji wê rojê ve nayê zanîn.

Her wiha Navenda Ragihandina HPG’ê aşkerekir ku di êrîş a balefirên bê mirov yên dewleta tirk a li Xelîfanê de 3 gerîla şehîdbûne û 2 gerîla jî bi birîndarî ketine destê PDK’ê.

Rexmê ku çavkaniyên herêmî dibêjin gerîlayên birîndar di şeva êrîş ê de anîne nexweşxaneya Xelîfanê jî lê heta niha tu agahiyek zelal ji wan gerîlayan nehatiye girtin.

PDK’ê û hikumeta herêma başûrê Kurdistanê heta niha li ser buyera Xelîfanê tu daxuyaniyek fermî belavnekirine. Tenê Hêzên Antî-Teror yên girêdayî PDK’ê bi daxuyaniyek kurt destnîşankirin ku li Xelîfanê dewleta tirk bi balefirên bê mirov grubek a gerîla kiriye hedef. Lê li gorî dîmenên ku medya şerê taybet a PDK’ê belavkirî de baş tê dîtin ku li herêmê şer diqewime.

HPG’ê ji PDK’ê xwest ku gerîlayên birîndar radest bike

Di 7’ê îlonê de Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di derbarê êrîş a ku 5’ê îlonê li Geliyê Balîsanê li hemberî gerîla pêk hat de daxuyaniyek da. HPG’ê ji PDK’ê xwest ku gerîlayên birîndar radest bike.

Daxuyanî wiha ye: “5’ê îlonê danê êvarê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrîş a balafirên keşfê hatin. Di vê komê de hevalên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê cih digirin. Li gorî agahiyên me girtiye di vê êrîş ê de; 3 rêhevalên me şehîd bûn û 2 rêhevalên me jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku hêzên PDK’ê piştî êrîş ê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin û hevalên me yên birîndar rakirin û birine. Heya niha em nizanin ku ji vê komê kîjan hevalên me şehîd bûne û kîjan birîndar in.

Aşkere ye ku li vê herêma ku ne qada şerê germ e, balafira keşfê ji nişka ve hat û bi şev komeke ku li eraziyê dimeşiyan tespît kir û li wan xist, nîşan dide ku hevalên me bi sîstemeke îstîxbaratî ya bi rêxistinbûyî ve hatine şopandin. Her wiha dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê û bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund jî rewşeke balkêş e.

Aşkere ye ku ev bûyer bûyerek e ku divê bê lêkolîn û ronîkirin. Di vê xalê de agahiyên hevalên me yên birîndar bidin jî wê di zelalkirina çawaniya qewimîna bûyerê de cihekî xwe yê girîng hebe.

Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin, di demek herî kurt de radestî me bikin.”

Êrîş a 5’ê îlonê ne ya yekem bû, di nava salekê de hêzên PDK’ê sê caran êrîş î Gerîlayên Azadiyê kirin.

Kemîna yekem di 26’ê tîrmeha 2021’an de pêkhat

PDK’ê di nava salekê de 3 caran êrîş î gerîlayên azadiyê kir. Êrîş a yekem di di 26’ê tîrmeha 2021’an de pêkhat. PDK li Xelîfanê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan. Di encama êrîş a hovane ya PDK’ê de 3 gerîlayên azadiyê şehîd bûn.

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik wê demê derbarê bûyerê de ji televziyona Stêrk Tv re axivî bû. Bayik gotibû: “Niha tişta ku li Balîsanê kirin li holê ye. Li ser vê bûyerê şerê psîkolojîk jî dimeşînin, ji bo ku rastî dernekeve holê gelek agahiyên şaş-derew belav dikin. Li gorî agahiyên ji me re hatine, balafirên dewleta tirk hevalên me bombebaran nekirine, wan ji bo hevalên me kemîn danîbûn, êrîş ê hevalên me kirine. Du hevalên me şehîd xistin, sê hevalên ku birîndar kirin jî li gel xwe birine. Di destê me de ev agahî hene. Ji bo ku ev rastî neyê fêmkirin dibêjin “Balafirên dewleta tirk bomberdûman kirine, piştre jî ew birîndar birine”. Balafirên keşfê yên dewleta tirk nikarin li Balîsanê hevalên me tespît bikin, lê ew dikarin tespît bikin û agahiyê bidin. Nexwe balafirên keşfê yên dewleta tirk wê çawan bizanibin ku li Dola Balîsanê 5 kes dimeşin? Tiştek wiha ne pêkan e. Ev bi destê PDK’ê û Barzaniyan rû dide. Divê gelê me vê yekê bizanibe. Ger mîna gotina wan be bila daxuyanî bidin û hevalên me yên birîndar ku birine radestî me bikin. Wê demê wateya gotina wan hebe. Lê heta niha ne daxuyaniyek dan, ne bersivek dan û ne jî wan hevalan radestî me kirin. Malbatên hevalên me yên ku berê wan şehîd xistibûn, bi mehan cenazeyên zarokên xwe xwestin. Ji bo na vê çalakiyan jî kirin, lê tu bersivek jî nedan. Siyaseta ku dimeşînin li ser vê bingehê ye. Li tu derê cihanê jî mînaka vê tuneye. Hûn ê hem bikujin, hem cenazeyan nedin û hem jî li ser vê yekê înkar bikin. Divê gelê kurd hesaba vê bipirse. Çima daxuyaniyek nadin? Çima agahiyek nadin? Çima bersivek nadin? Ji ber ku naxwazin sûcên wan derkeve holê.”

‘Tişta tirkan li Newala Qesaba kir PDK jî heman tiştî dike’

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik bi bîr xist ku berê jî li Hewlêrê hevalên wan hatine şehîd kirin û cenaze nedane wan û wiha destnîşan dike: “Cenazeya wan hevalên me li ku derê ne kes nizane. Heta tê gotin li ser wan cenazeyan avahî jî çêkirine. Çawa ku dewleta tirk li Newala Qeseba avahiyan çêdike, ew jî heman tiştê dikin. Armanca dewleta tirk çi ye tê zanîn; dixwaze gelê kurd bênirx û bêdîrok bihêle. Baş e, Barzanî dixwazin çi bikin? Ew jî dixwazin gelê kurd û PKK’ê bêdîrok û bênirx bihêlin. Divê êdî gelê me vê yekê baş bibîne, bê helwest nemîne û helwestek baş pêş bixe. Heke helwestekê nîşan nedin wê ew jî wan tiştan bidomînin. Texrîbatên mezin bigihijînin gelê kurd. Lê gelê kurd di hîn parçeyan de xwe gihandiye statuya jiyana azad. Ger pêşiya vê hatibe girtin, bi destê Barzaniyan pêk hatiye. Mîna gotina dewleta tirk ku dibêje, “Pirsgirêke me ne bi gelê kurd re bi PKK’ê re heye” ew jî dibêjin, “Sedema êrîş ên dewleta tirk PKK’e ye, ger PKK’e nebûya dewleta tirk êrîş  nedikir”. Çi eleqeya wê bi kurdbûnê re heye?”

Kemîna duyem di 28’ê tebaxa 2021’an de pêkhat

Di 28’ê tebaxa 2021’an de PDK’ê komek gerîlayên HPG-YJA Star’ê  ya ji 7 kesan pêkdihat û dixwestin ji Qendîlê derbasê Behdînanê bibin li ser Ava Zê’yê biçûk xist kemînê. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li gerîla xistibûn û di encamê de 6 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Mûnzûr û Serdem Cûdî şehîd ketibûn. Ji bûyerê gerîlayê bi navê Heqî Zîlan rizgar bibû û piştî çend rojan xwe gihandibû yekîneyeke gerîlayan.

Tevî bangên HPG’ê û Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî PDK’ê rasterast li xwe mikûr ne hat ku vê komkujiyê li ser ava Zê ku dikeve nêzî herêma Xelîfanê pêkaniye. Lê piştî ku gerîlayê bi navê Heqî Zîlan gihîşt herêmên gerîla û ji çapemeniyê re axivî, bûyerê bi berfirehî vekir. Heqî Zîlan  derbarê komkujiya PDK’ê de wiha axivîbû: “Piştî me çem derbas kir, em hinekî li ser keviyê çemê rawestîn. Şehîd Serdem Cûdî li pêş bû û yek ji rêzanan bû û li pişt wî jî Şoreş Colemêrg, Şoreş Mardîn, Tolhildan, Axîn û Birûsk hebûn û ez jî li dawiyê bûm. Em li gorî qanûnê meşê yên gerîla tevgerîn. Em hîna 100 metreyî ji keviyê çemê bi dûr neketine, bi çekên giran ji girên derdorê û bêyî tu hişyarî û agahiyan, gule li me reşandin. Wê demê em li herêmeke deşt û rût ya bêparastinbûn.”

Li gorî agahiyan çeteyên Roj jî di nava êrîş a dijî gerîlayan de cih girtibûn û hatibû gotin, fermana kemîn avêtina pêş gerîlayan ji aliyê Fermandarê Hêzên Zêrevaniyê Ezîz Weysî û berpirsê Pêşermgeyan yê wê herêmê Dilovan Rûbar ve hatiye dayîn. Çavkaniyên vê ajansê ragihandibûn ku çeteyên Roj yên bi navê Şêran Remedan Sîma, Mêvan Îsa Birahîm, Îsmaîl Mihed Salih û Raid Îsa cih girtine.

Kemîna sêyem di 5’ê îlonê de pêkhat

Di 5’ê îlonê de carek din bi destê PDK’ê gerîla hatin şehîd xistin. Komek gerîla li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin, lê rastî êrîş a balafira bê mirov ya dewleta tirk hatin. Gorî agahiyên ketine destê me de, çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira tirk û ew jî ji jor ve li gerîlayan xistine. Li gorî HPG’ê di êrîş ê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 gerîla jî birîndar bûne. Ragihandina şerê taybet jî bi nûçeyên xwe êrîş a PDK’ê ya ser gerîlayan piştrast kir. Li gorî ragihandina PDK’ê di encama êrîş ê de 2 gerîla şehîd bûne û 4 jî bi birîndarî ketine destê hêzên PDK’ê. Ragihandina PDK’ê di nûçeyên xwe de ragihand ku ji hêzên PDK’ê tu kes birîndar nebûne, ev jî ispata wê ye ku çekdarên PDK’ê êrîşî gerîlayên azadiyê kirine.

Nedayîna cenazeyan û hevkariya qirêj ya xiyanetkar

Malbatên gerîlayên bi destê PDK’ê şehîd bûne, li rojavayê Kurdistanê li dijî komkujiya PDK’ê û nedayîna cenazeyan çalakiya konvedanê li ber deriyê Sêmalka-Pêşxabûr ya dikeve herêma Dêrikê ya rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin. Çalakî 111 roj berdewam kir. Tevî bangên raya giştî ya kurd û xelkê rojavayê Kurdistanê jî PDK’ê bêdengiya xwe parast. Dayîkên aşitiyê 3 roj çalakî li ser pira navbera Rojava û Başûr de lidarxistin, li cihê guhdarê daxwazên dayîkan bikin, astengî derxistin.

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re bi awayek aşkere dewam dike, beriya çend rojan Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk a dagirker Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kir û bi malbata barzaniyan re civiya. Dîmen û wêneyên ku derketin, carek din raxist ber çavan ku wê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dijî gelê kurd bê navber dewam bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar