Meclisa Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê bi daxuyaniyekê banga piştgiriya hewldanên bi armanca pêkanîna ewlehiya herêmê kir.
Di daxuyaniya Meclisa Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê de wiha hat gotin:
”Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Operaysona Xurtkirina Ewlehiyê li gundewarê Dêrazorê da destpêkirin. Operasyon ji bo têkbirina şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ’ê û zuhakirina jêdera wan e. Ev operasyon li ser daxwaza şênî û rûspiyên Dêrazorê pêk hat da ku ewlehî û istiqrara herêmê were xurtkirin. Di heman demê de operasyon ji bo rêgirtina li ber vê rêxistina terorî ye ku hewl dide êrîşê herêmê û niştecihên wê bike û ewlehî û istiqrara herêmê têk bibe, xizmet ji hêzên derve bike ku armanca wan lawazkirina rêveberî û pêşketina li herêmên me ye.
Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku li derdora hêzên xwe kom bibin ku parastinê dikin û erka xwe ya exlaqî li hemberî gel pêk tînin. Her wiha em bang dikin piştgiriyê bidin hewldanên bi armanca xurtkirina ewlehî û istiqrara herêmê.
Em Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê piştgiriyê didin hemû hewldan û tevgerên bi armanca xurtkirina ewlehî û istiqrara herêmê. Di heman demê de em teqez dikin ku em xizmeta rêveberiya xwe û projeya xwe ya demokratîk bidomînin.”