Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wezîrê tirk ji Bexdayê destvala vegeriya

Lêkolerê iraqî Cewad El Beydanî diyar kir ku wezîrê karên derve yê dewleta tirk a dagirker Hakan Fîdan ji bo 4 xalên sereke; petrol, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), krîza avê û zêdekirina para Tirkiyeyê ya bazirganiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatibû Iraqê lê dest vala vegeriya.

Wezîrê karên derve yê dewleta tirk a dagirker Hakan Fîdan sêşema borî serdana Iraqê kir û li wir 2 rojan ma. Fîdan bi gelek rayedarên hikumeta Iraqê û siyasetmedaran re hevdîtin kir.

Der barê vê serdanê, lêkolerê siyasî yê ji Iraqê Cewad El Beydanî ji ajansa ANHA re axivî. El Beydanî destnîşan dike ku di serdanê de 4 xalên sereke; petrol, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), krîza avê û zêdekirina para Tirkiyeyê ya bazirganiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, hatine nîqaşkirin.

El Beydanî destnîşan kir ku wezîrê Tirkiyeyê herî zêde bal kişandiye ser doza petrolê û ya PKK’ê û wiha domand: “Hikûmeta Iraqê jî herî zêde giranî da doza petrolê ku ew jî dozeke hevbeş e û doza zêdekirina miqdara avên Dîcle û Firatê. Krîzek heye, dewleta tirk îdia dike ku para Iraqê tenê ji ava Dîcle heye. Ev xaleke aloz e ku herdu alî li ser negihîştin lihevkirinê.”

El Beydanî têkildarî doza petrolê jî ev nirxandin kirin: “Ew jî birsgirêk e. Iraqê, ji ber ku bêyî li hikûmeta navendî vegere petrol ji hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê wergirt li dijî hikûmeta Tirkiyeyê doz vekir. Ev jî pirsgirêkeke mezin e, ji ber ku lihevkirin navbera hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û ya navendî tune ye. Di encamê de Dadgeha Navneteweyî ceza li Tirkiyeyê birîn. Tirkiye berê gotibû eger Bexda dixwaze têkiliyên xwe vegerîne û petrolê bifiroşe, divê pêşî gaza Îranî qut bike. Ev jî dozeke aloz e û hîn jî çareserî jê re nehatiye dîtin.”

El Beydanî  bi bîr xist ku wezîrê parastinê yê dewleta tirk a dagirker berê hatibû Iraqê û ji wan xwestibû ku artêşa Iraqê tevî hêzên Pêşmerge yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşî PKK’ê li Şengal an jî Qendîlê bikin û wiha domand: “Lê hikûmeta Iraqê ev yek red kir. Ji ber vê hîn rewşê aloztir bike û pirsgirêkên din derxin ku dê bi hêsanî çareser nebin. Xuya ye ku hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê ev tişt veşartibû.”

Li gorî El Beydanî, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji bo bidestxistina hin xalên erênî berê xwe da başûrê Kurdistanê, lê negihîşt tu çareseriyên mantiqî. El Beydanî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di mijarên petrol, gaz û hin mijarên din de hikûmeta navendî biryarê dide, ji ber ku wan mijaran wekî dewlemendiyên nîştimanî yên hemû iraqiyan dihesibîne. Lewre, dadgehên navneteweyî destûra Iraqê esas digirin. Bêguman, ev jî dijberî armancên hikûmeta tirk e. Ev xal û mijarên sereke bûn ku wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji bo wan hatibû Iraqê, lê bêyî ku encamê bidest bixe vegeriya.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar