Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk Şakîr Turan di zîndanê de şehîd kir

Dewleta tirk a qirker ku sondxwarê qirkirina kurdan e, girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin, bi pençeşêrê ketibû nehat tedawîkirin û şehîd ket. Peyama Turan a dawî wiha bû: “Ez serbilind im, min gavek jî paşve neavêt.” 

Ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin teşhîsa penceşêra qirikê hatibû kirin û di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bû. Bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê”, 6 sal cezayê hefsê li Turan ê 70 salî hatibû birîn. Turan ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî hefteyeke bû li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin lê agahî bi malbata wî re nehatibûn parvekirin. Kurê Turan, Abdurrahman Turan da zanîn ku girtiyan agahî bi wan re parve kiriye û li ser vê yekê di 25’ê tebaxê de çûye Erzînganê lê destûr nehatiye dayîn ku bi bavê xwe re hevdîtinê bike.

Hevdîtina wî ya bi malbatê jî qedexekirin

Turan, got ku hewl dan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucekê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê ji bijîşkan agahiyan bigirin lê kesekî agahî bi wî re parve nekirine. Bi domdarî Turan, ev tişt anî ziman: “Bi saya hewldanên parêzeran, min di 28’ê tebaxê de bavê xwe dît. Dema nû ketî girtîgehê 75 kîlo bû. Lê dema min dîtî ketibû 40 kîloyan. Nedikariya bimeşe, bi zor û zehmet diaxiviya. Bi kursiya biteker dihat û diçû. Nedikariya pêdiviyên xwe pêk bîne. Daxwaza me ya refekatçîtiyê jî qebûl nekirin. Destûr nedan.”

“Ez serbilind im û min yek gav paşve neavêt”

Turan, anî ziman ku bavê wî serê vê sibehê saet di 07.30’an de jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtina dawî de min û bavê xwe ji hev xatir xwest. Li jêrzemîna nexweşxaneyê di odeyeke binêm de dihat ragirtin. Bi zor û zehmet diaxiviya. Cihê lê dihat girtin pir xerab bû. 6-7 leşker li ser serê me bûn. Piyên wî mîna cemedê bûn. Min xwest goreya wî bikim piyê wî lê destûr nedan. Weke ku bavê min niha dê bireve, wisa li ser serê me disekiniyan. Bavê min yek bi yek xatira xwe ji me tevan xwest. Ji me re got; ‘Baş li xwe mêze bikin. Bibin yek. Ez serbilind im û min yek gav paşve neavêt.’”

Turan, da zanîn ku dê cenazeyê bavê wî li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bê definkirin.

8’ê tebaxê ji bo nexweşiya wî bang hatibû kirin

Kurê Turan ê li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin di 8’ê tebaxê de ji ajansa MA re axivî bû. Di axaftina xwe de diyar kir ku rewşa bavê wî roj bi roj xerabtir dibe û banga hestiyariyê kiribû. Abdurrahman Turan, hevdîtina li ser telefonê ya di 7’ê tebaxê de bi bavê xwe re kiribû wiha vegotibû: “Rewşa wî gelek xerab e, nikare bêhnê bistîne û bide. Dengê wî pir kêm dihat. Got ku dema bêhnê dide û distîne xwîn ji qirika wî tê. Dibin revîra girtîgehê lê tenê derziyê êşbirê didin û dîsa dişînin. Nahêlin biçe nexweşxaneyê. Ji ber tenduristiya bavê min, gelek fikarên me hene. Divê tavilê bê tedawîkirin û berdan. Rewşa wî qet baş nîne, em bifikar in. Banga min ji bo her kesî ew e ku bihestiyar tevbigerin.”

OHD: Bi zanebûn nayê tedawîkirin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî di 28’ê tîrmehê de çûbû serdanê û raporek amade kiribû. Di rapora xwe de wiha gotibû: “Girtî Şakîr Turan 70 salî ye û bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bûye. Ji ber nexweşiya wî divê xwarinên diyetê bidin wî lê nayên dayîn. Ji bo biçe endoskopiyê 2 mehan hatiye sekinandin, tedawiya wî nehatiye kirin, dengê wî êdî ketiye rewşeke wisa ku nayê bihîstin, nikare ji nav nivînên xwe derkeve. Malbata wî li Antalyayê dijî, 3 kur û 3 neviyên wî astengdar in lewma di hatine serdanan de zehmetî tên kişandin. Ji ber vê yekê xwestiye sewqî Antalyayê were kirn lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirn. Tevî rewşa wî ya giran jî înfaza wî nehatiye taloqkirin.”

Pêşnûmepirsa ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag hat betalkirin

Kurê Turan, Abdurrahman Turan di adara 2023’yan de serî li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû da. Gergerlîoglû jî bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne pêşnûmepirsek da Meclisê. Lê ev pêşnûmepirs bi hinceta “serdema qanûndanînê bi dawî bûye lewma hatiye betalkirin” û tu kirarî nehatin kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar