Nêzî du sal û nîv e bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û got: “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve dewam dike, lê belê 30 mehên dawî hîn bêhtir hatiye şidandin. Bi tu awayî hevdîtinek nehatiye kirin. Telefon û name mafekî bingehîn ê girtiyekî ye. Lê belê heta niha Birêz Ocalan ji vî mafî jî bêpar hatiye hiştin. Bi tu awayî agahî jê nayê standin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dema dawî 437 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da, lê belê bêbersiv ma. Hin bersiv jî bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hatin redkirin. Ev hincet hiqûqî nîne.
Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Kesayeteke ku li ser kurdan bandoreke xwe ya mezin heye. Fikir, perspektîf, biryardariya li ser aştiyê, sekn û şêweyê parastina demokrasiyê yê Abdullah Ocalan ji bo meseleya kurd û Rojhilata Navîn xusûsên nebe nabin. Ji bo çareseriya meseleya kurd, pirsgirêkên tevlîhev ên Rojhilata Navîn û polîtîkayên li cihanê, fikir û gotinên çareseriyê yên Birêz Abdullah Ocalan hene. Di pêvajoya berê de gelek caran ispat bû ku ev gotin û fikrên wî çiqasî rast e, çiqasî pêwîst e. Lewma divê bi navê aştiya gelan tavilê dawî li tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan bê anîn. Hesasiyeteke gelekî girîng a kurdan e. Hesasiyeta kurdan a ji bo Abdullah Ocalan gelekî zêde ye, berfireh e û kûr e.”
‘Mekanîzmaya hiqûqî ya navneteweyî bûye parçeyek ji konsepta li Îmraliyê’
Demîr têkildarî bidawîkirina tecrîdê bal kişand ser berpirsyariya saziyên navneteweyî û got: “Mînak, CPT dem bi dem li Tirkiyeyê serdana girtîgehan dike. Em zanin ku CPT dema dawî li Girtîgeha Îmraliyê jî kontrol kir. Daxuyaniyên xwe bi tu awayî têrker nîne. Li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê û şertên jiyanî yên Abdullah Ocalan daxuyaniyên têrker nade. Bangên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yên di vê mijarê de gelek caran bêbersiv hatin hiştin. Lewma mekanîzmaya hiqûqî ya navneteweyî jî bûye parçeyek ji vê konsepta li Îmraliyê. Banga me li raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navneteweyî ew e ku Abdullah Ocalan ji rojevê nexin. Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn temînata aştiyê ye. Fikrên wî ji bo vî gelî, ji bo Rojhilata Navîn pêwîstî ye. Di asta jiyanî de projeyên xwe hene. Eger di navbera gelan de pireke aştiyê hatibe afirandin, bi saya fikir û projeyên Abdullah Ocalan e. Lewma banga me li desthilatdariya siyasî ev e; tavilê dawî li vê tecrîdê bîne û hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bi rêk û pêk bike.”