Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG: Em hevrêyên xwe Andok û Destan bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku di sala 2021'ê de li Zapê şehîd bûne aşkere kir û wiha got: "Hevrêyên me Andok û Destan ku ewladên bijarte û fedaî yên gelê me bûn, weke pêşengên ciwanan û lehengên gel wê timî bêne bîranîn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“3’yê Hezîrana sala 2021’ê li qada Cîloya Biçûk a girêdayê Zapê dijmin êrîş kir, hevrêyên me Andok û Destan bûn şehîd.

Hevrêyên me Andok û Destan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên sala 2021’ê yên li herêma Zapê bi fedaiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xistin, wek mîlîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Ewladê egîd ê Başûrê Kurdistanê, mîlîtanê fedaî yê Helebceya Şehîd hevrêyê me Andok û ewladê qehreman ê xelkê me yê Nisêbînê yê welatparêz hevrêyê me Destan bi wêrekiya xwe tirs xist dilê dijmin û sekineke ku ji bo hemû ciwanên Kurd bibe mînak nîşan da. Hevrê Andok û Destan ên wêrek, azadîxwaz û welathez ku ewladên gelê me yên bijare û fedaî ne, wek qehremanên gel û pêşengên ciwanan wê tim bi bîr bên.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok û Destan, em sersaxiyê ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin, em cardin soz didin ku em ê bibîranînên şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

Nasnameyên hevrêyên me yên ku bûne şehîd, wiha ne:

Nasnav: Andok Axîn
Nav – Paşnav: Warzer Yasîn
Cihê jidayikbûnê: Helebce
Dê – Bav: Zuhre – Yasîn
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap
Nasnav: Destan Dêrsim
Nav – Paşnav: Mehmet Saît Acat
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dê – Bav: Kevser – Mehmet Nûrî
Dîrok û Cihê Şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar