Li gorî ajansa ANHA’yê ragihandî, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên bejahî li gelek aliyên li dijî bajarok û gundewarên bakur û rojavayê Minbicê pêk anîne. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva hemû êrîşan da.
Tevî êrîşa bejahî ya çeteyan bi moşek û guleyên obîsan êrîş kirin, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan êrîşan da.
Li gorî berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, hêzên wan ên leşkerî bersiva hemû êrîşên li dijî nuqteyên hatine êrîşkirin da û bersiva êrîşên çeteyan ên li bakurê Minbicê li gundê Ewn Dadat da. Lê hîna şer li bakur û rojavayê Minbic û hin gundên din; Muhsenlî, Ereb Hesenû Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê dewam dike.
Hêjayî gotinêye ku hemwextî Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku HSD′ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û bazirganên hişbirê li Dêrazorê daye destpêkirin ev êrîşa çeteyên dewleta tirk a dagirker pêk hat.