Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA ji Minbicê dane, vê sibehê çeteyên dewleta tirk a dagirker-qirker bi bejahî û topan êrîşî gundewarên Minbicê kir. Di encamê de 4 zarok ji gundê Muhsenlî yê bakur-rojavayê Minbicê şehîd bûn û welatiyek li gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr birîndar bû.
Navên şehîdan wiha ne; Amir Xalid El Ferc (15), Amir Fehed El Ferec (10), Malik Fehed El Ferec (18), Zeyneb Mihemed El Ferec (14)
Li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê jî Bozan Hisên (40) birîndar bû.
Hîna xebatên lêkolîn û belgekirina qurbaniyên êrîşê de zerar dîne dewam dikin.