Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dewleta tirk a qirkerê kurdan tetîkkêşê xwe parast û serbest berda’

Parêzerê malbata Sîncar Şaneşîn Aydin anî ziman ku dewleta tirk a qirker, kûjerên kurdan ev 30 sale diparêze û wiha got: "Kujerên rastî 30 salan, heta ku dem di ser mijarê re derbas bibe hatin parastin."

Parlamenterê Mêrdînê yê DEP’ê Mehmet Sîncar ji bo lêkolînkirina kuştinên ‘kiryar nediyar’ çû Êlihê, lê di 4’ê îlona 1993’an de tevî rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr hate qetilkirin. Heyşt fîşek li bedena Sîncan ketibûn. Tûgaya Tolhildanê ya tirk berpirsyariya bûyera kuştinê li xwe girtibû û piştre wezîrên dewletê yên wê demê Necmettîn Cevherî û Mehmet Gokhan diyar kiribûn ku kujer hatiye girtin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Gazîoglû jî ragihandibû ku ev daxuyanî rast nîne, kujer nehatiye girtin.

‘Dewleta tirk a qirkerê kurdan tetîkkêşê xwe parast û serbest berda’

Tevî hewldanên malbatê û banga li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî têkildarî bûyera kuştina Sîncar lêpirsîneke xurt nehate kirin, lewma jî di mijara kuştinê de doz nehate vekirin.

Qezaya Sûsûrlûkê ya ku sala 1996’an qewimî, ji aliyê ronîbûna têkiliyên dewleta kûr û mafyayê ve di dîroka Tirkiyeyê de bû rûpeleke nû. Şêwirmendê Serokwezaretiyê yê wê demê Kûtlû Savaş di rapora xwe ya têkildarî Qezaya Sûsûrlûkê de ragihand ku bûyera kuştina Sîncar ji aliyê Mahmût Yildirim bi navê kod ‘Yeşîl’, îtirafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hate plankirin. Kûtlû Savaş ev agahiya ku di raporê de bi cih kir, dispart îfadeya Mûhsîn Gul ku sala 1994’an li girtîgeha Amedê girtî bû.

28’ê çileya 2000’î ji aliyê vekirina dozê li ser kuştina Sîncar demeke diyarker bû. Li mala Hîzbûllahê ya li Beykozê ku lîderê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû di şerê bi emniyetê re lê hate kuştin, gelek belge hatin bidestxistin. Di belgeyên hatin bidestxistin de hate ragihandin ku bûyera kuştinê ji ailyê tetîkkêş Cihan Yildiz bi navê kod Huseyîn ve hatiye kirin. Doza bingehîn a Hîzbûllahê ku 31 bersûc lê hatin darizandin piştî van belgeyan destpê kir.

Tetîkkêş Cihan Yildiz di 15’ê tebaxa 2008’an de ji aliyê Awûstûryayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin, di 10’ê îlona 2008’an de hate girtin. Tevî kuştina Mehmet Sîncar ji kuştina 6 kesan û birîndarkirina 2 kesan berpirsyar hate dîtin û hate darizandin. Doz di 26’ê nîsana 2013’an de bi dawî bû. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li Cihan Yildiz hate birîn, lê belê dadgehê bi îdîaya ‘rewşa xwe ya baş’ ceza kêm kir û cezayê Cihan Yildiz daxist cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê. Ceza di 24’ê hezîrana 2014’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Parêzerê Cihan Yildiz di sala 2019’an de îtiraz kir û li ser vê yekê dadgehê biryar da ku Cihan Yildiz bi rengekî negirtî jinûve bê darizandin. Cihan Yildiz di dema darizandinê de înkar kir ku cînayet kiriye, di parêznameyên xwe de qebûl kir ku endamê Hîzbûllahê ye, lê belê îdîa kir ku tevlî tu çalakiyeke çekdarî nebûye, tenê dersên xwendina Quranê daye.

Tetîkkêşê Hîzbûllahê Cihan Yildiz hîn jî bi rengekî negirtî tê darizandin û ji Êlihê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinên dozê dibe. Lê belê dema derbasbûna pêvajoyê li ser doza esasî ya kuştina Sîncar di 4’ê îlona 2023’an de, di salvegera 30’emîn de tijî dibe.

Ji parêzerên malbata Sîncar Şaneşîn Aydin li ser rewşa demderbasbûna di ser dozê re, rewşa dawî ya doza ku Cihan Yildiz lê tê darizandin ji ANF’ê re nirxand.

‘Dadgeha tirk kûjerên esasî veşart û tetîkkêş jî tehliye kir’

Parêzer Şaneşîn Aydin destpêkê anî ziman ku ji bo doza ku Cihan Yildiz tê darizandin pêvajoya demderbasbûnê nabe û diyar kir ku demderbasbûn di bûyera kuştina Mehmet Sîncar de ji bo JÎTEM, Kontrgerîla û plansazên bûyerê yên li nava dewletê derbas dibe.

Şaneşîn Aydin ragihand ku malbatê û parêzeran piştî kuştina Sîncar xwestin kiryar hemû bêne darizandin, lê belê daxwazên wan hatin redkirin û got: “Karê destpêkê yê li ser dosyayê bi darizandina Cihan Yildiz destpê nake. Li gel daxwaza malbatê jî, tevî rapora Sûsûrlûkê û mikurhatinên Hîzbûllahê jî di nava 7 salên di ser kuştina Mehmet Sîncar re derbas bûn, lêpirsîneke nehate destpêkirin. 28’ê çileya 2000’î bi serdegirtina mala rêxistinê ya Hîzbûllahê pêvajoyê destpê kir. Di vê serdegirtinê de çeka ku di kuştina Mehmet Sîncar de hate bikaranîn hate bidestxistin û pêvajoya darizandinê bi vê yekê re piştî 7 salan destpê kir. Di pêvajoya darizandinê de me xwest ku kiryarên rastî yên li pişt perdeyê bêne darizandin. Bêguman ev daxwazên me nehatin bicihanîn.”

‘Dewlet bi zanebûn darizandinê ji bo dem derbasbûnê dide hiştin’

Şaneşîn Aydin anî ziman ku kuştina Mehmet Sîncar tenê bi darizandina tetîkkêşê Hîzbûllahê Cihan Yildiz nikare bê ronîkirin, lê belê di nava salan de darizandin tenê li dora kesekî hate kirin, ev yek jî tê wateya parastina kiryarên rastî û bi zanebûn pêvajoya dozê di ber demderbasbûnê re hate hiştin.

Şaneşîn Aydin diyar kir ku li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê dosyayeke din a darizandina bersûcên Hîzbûllahê heye û got: “Ji bo di 4’ê îlona 2023’an de pêvajoya demderbasbûnê tijî nebe, divê darizandineke xurt bê kirin, lê belê dadgehê tevî daxwazên wan jî darizandin tenê li ser tetîkkêşekî kiriye. Şaneşîn Aydin got: “Ji ber ku 30 sal di ser bûyera kuştinê re derbas dibe, wê bikeve ber pêvajoya demderbasbûnê. Pêvajo ji bo tetîkkêş Cihan Yildiz derbas nabe ji ber ku li hemberî wî biryara jinûve darizandinê heye. Vê biryarê pêvajoya demderbasbûnê jinûve da destpêkirin.” Şaneşîn Aydin destnîşan kir ku di nava 30 salan de kiryarên esasî hatin parastin, heta ku pêvajoya demderbasbûnê pêk were kiryar hatin parastin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar