Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker duh (3 îlon 2023) di saetên serê sibehê de ji herêmên dagirkirî yên Serêkaniyê bi bejahî êrîşî gundên Tawila, Til Tewil û Xemsîn ên girêdayî Til Temir kiribûn.
Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiv da û pevçûnên dijwar derketibûn. Di encama pevçûnan de êrîşa çeteyan hat tekbirin û gelek ji wan hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji nava Serêkaniyê hatine girtin, 25 cenazeyên çeteyan birine nexweşxaneya bajar.