Di 16 ê îlonê de li Tirkiyeyê serdema perwerdehiyê ya 2023-2024’an dest pê dike. Destpêkirina serdema perwerdehiyê ji bo zarokên kurd ên bakûrê Kurdistanê ku welatiyên Tirkiyeyê ne jî derbasdar e.
Li gorî xala 42 yemîn a zagona bingehîn, ji bilî zimanê tirkî, li tu saziyekê bi zimanekî din nikare perwerdehî û hîndekariya zimanê dayîkê were dayin. Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên komara Tirkiyeyê, dê îsal jî li ser bi milyonan zarokên kurd bi darê zorê perwerdehiya bi zimanê tirkî were ferzkirin û zarokên kurd dîsa ji mafê perwerdehiya bi Zimanê Kurdî bêpar dest bi serdema perwerdehiyê bikin.
Bi vê pêkanînê, dê bi milyonan zarokên kurd di nava diranên çerxa bi bişaftinê de werin helandin û ji rastiya xwe, nasnameya xwe, ji çanda bav û babîr, dayik dapîrên xwe dûr bikevin.
Gelê kurd ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tune hesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr û neyarane ji bo parastina nirx û rûmetên xwe yên neteweyî, li hemberî helwesta rayedarên dewletê nerazîbûn nîşan daye, têkoşîn meşandiye, li ber xwe daye û ev tekoşîn hîn jî berdewam e.
Bêguman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û ziman hêmanê bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Hemû têkoşînên neteweyî bi daxwaza azadiya çand û ziman dest pê dikin û tên meşandin.
Daxwaza gelê kurd a “bila Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê” daxwazeke rewa, însanî ye.
Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar in.
Di vî warî de, UNESCO (Saziy Çand, Ziman û Zanistê) binê rêgezeke gerdûnî xêz dike û dibêje: “Ji bo hînbûna zarokan a herî baş, destpêkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê ye” her wiha, zimanzan û perwerdekar jî dibêjin ku zarok di temenê destpêkirina perwerdehiyê de dikarin ji yekê zidetir zimanan hîn bibin. Ango bi du zimanan, an jî sê çar zimanan werin perwerdekirin û gihandin.
Ji 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî, li 113 welatan ji yekê zêdedir zimanên fermî hene û pirzimanî di meriyêtê de ye. Li 22 welatên Ewropayê 458 ziman tên axaftin û ev hêjmar her roj zêdetir dibe û ligel van zimanan zarava jî tên parastin.
Bi vî awayî, nifşên nû hem zimanê xwe yê dayîkê hem jî zimanê welatê ku lê dijîn hîn dibin û Ewropayeke pirzimanî, pirçandî, xwedî huner û felsefeyeke pêşketî derdikeve holê.
Lê gava ku em li welatê Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku rayedarên dewleta tirk naxwazin pêşketinên cihana hemdem bibînin û bi hişmendiya pêşiyên xwe yên avakarên komarê dibêjin: “Darê min kulavê min rehmet li dê û bavê min.”
Ji aliyê polîtîkayên bişaftin, înkar, tune hesibandin û tunekirina çand û zimanan ve rehmetê li dê, bav û li pêşiyên xwe yên wek Mehmûd Esat Bozkurt ê ku wezîrê dadê bû di 18 ê îlona 1930’yî de gotibû: “Fikra min û qeneeta min ew e ku ev welat, welatê tirkan e. Li welatê tirkan yek peywira gelên ku ne tirk in heye, ew jî xizmetkarî koletiya ji gelê tirk re ye”.
Ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê ku gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hate hiştin heta vê demê, parastina çand, ziman û bidestxistina statûya siyasî armanca sereke ya têkoşîna gelê kurd e. Gelê kurd, di daxwaza xwe ya “Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayîkê” de bi israr e.
Lîstikên weke TRT 6, dersên hilbijarî û li zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên dewletê yên ku bi gelê kurd demê didin wendakirin û ji çareseriyê dûr in.
Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin. Ev maf wek hemû zarokên cihanê mafê zarokên kurd e jî.
Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên kurd bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye. Beriya serdema perwerdehiyê ya ku di 16 ê îlonê de dest pê bike, ji bo ku konetî û durûtiya rayedarên dewletê ya ku bi destê wezareta perwerdehiyê li hemberî gelê kurd pêk tê ji aliyê raya giştî û hemû cihanê ve were zanîn, lidarxistina her cûre çalakiyên di çarçoveya daxwaza “Perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê” û protestokirina polîtîkayên bişaftinê de, di serî de dê û bav, ji heft, heta heftê salî mafê tevahiya gelê kurd e ku dengê xwe bilind bike û hemû dinyayê bi vê neheqî û heqareta ku di sedsala 21 emîn de li gelê kurd tê kirin bihesîne.