Aliyê herî girîng ê dagirkeriya ku dewleta tirk dixwaze li Kurdistanê bi taybetî jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bike, şerê taybet e. Dewleta tirk bi giranî bi propaganda qirêj û medyayê hewl dide nîşan bide ku di vî şerî de serkeftî ye. Li aliyê din jî hewl dide nîşan bide ku rastiya şerê xwe yê li dijî gelê kurd û Tirkiyeyê berovajî nîşan bide. Berxwedana ku niha li herêma Zapê dewam dike, yek ji wan mînakên têkbirina şerê taybet ê dewleta tirk û têkçûna artêşa wê ye.
Bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re mirov mînakên gelekî şênber ên gefên rayedarên tirk ên li ser tevgera azadiyê dibînin. Dewleta ku digot; ‘Di nava 72 saetan de em ê hemûyan tune bikin’, neçar ma serkeftina şerê gerîla yê 40 salî bibîne, neçar ma jinûve vejîna gelê kurd bibîne. Salên dawî jî mînakekî mîna Suleyman Soylû hebû, ku di sala 2017’an de qala tunekirina PKK’ê dikir. Artêşa tirk ji sal a 2015’an û vir ve ji bo tunekirina gerîla her sal bi navê cuda li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bakurê Kurdistanê operasyonan dike. Dewleta tirk bi piştgiriya NATO’yê her sal di van operasyonan de bi rê û rêbazên hovane êrîşî gerîla dike. Bi taybetî di sê salên dawî de giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî û taktîk nukleer.
Li gel hêza xwe ya teknîkî û bikaranîna çekên qedexekirî jî serkeftina artêşa tirk cihê pirsê ye. Yên ku dixwestin di nava çend saetan de gerîla tune bikin, sê sal in li Zapê asê mane. Li gel teknolojî û rêbazên li derveyî exlaqê, rola îstîxbaratê, şerê taybet û hevkariya PDK’ê jî di vî şerî de gelekî mezin e. Dewleta tirk a ku dixwaze li dijî gerîla bi ser bikeve, hewl dide bi rêya medyayê bîlançoya giran a şer veşêre. Yên ku niha li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla şer dikin tenê leşkerên tirk nînin, di nav de çeteyên ji Sûriye û welatên cuda jî hene.
Gelo ewqas leşkerên tên kuştin yên kê ne?
Ji bo şerê taybet ê ku dewleta tirk li dijî gerîla dimeşîne û ji bo raya giştî bixapîne bi kar tîne, bi dîmenên ku gerîla li medyayê diweşîne, hîn baştir dikare bê fêhmkirin. Yek ji dîmenên ku gerîla bi raya giştî re parve kir dikare bibe mînak. Di her dîmenekî de tê dîtin ku herî kêm leşkerek tê kuştin. Bêguman ev yek tenê dîmenê çalakiyekê ye. Gelek çalakî hene ku dîmenê xwe nîne. Nasname û cenazeyên leşkeran ên par li Zapê ketin destê gerîla mijarê bêhtir şênber dike. Gelo aqûbeta ewqas leşkerên ji aliyê gerîla ve hatine kuştin çi bûye?
Yên ku di wan dîmenan de hatin kuştin eger ne leşkerên tirk bin hingî kî ne? Ji bo dewleta tirk bêguman rêbaza herî baş veşartina rastiya şer û berovajîkirina wan e. Ji bo psîkolojiya leşkeran hîn bêhtir xera neke û civaka ku piştgiriyê dide wan ji dest nede, dewleta tirk serî li rêbazeke bi vî rengî dide. Çêtir dibîne ku li şûna bibêje cenazeyên leşkeran hatine şewitandin, ji raya giştî re bibêje ‘di şer de hatin kuştin.’ Canê mirovekî yan jî laşkerekî ne xema dewleta tirk e.
Têkildarî leşkerên ku ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve hatin kuştin, dem bi dem Wezareta Parastinê ya tirk daxuyaniyê dide û dibêje, ji teht ketiye, yan jî di qezayê de miriye.
Lê belê dewleta tirk li gel van hewldanên xwe jî nikare rastiya şer binixumîne. Ji aliyekî ve dibêje ku gerîla qedandiye, lê li aliyê din jî bi hezaran leşkeran dişîne operasyonê. Eger li bakurê Kurdistanê gerîla bi temamî tune kiribe, hingî ewqas leşkerên zêde çima operasyonê dikin? Eger li wir gerîla tune be, ewqas operasyon li dijî kê tê kirin? Bêguman îdîayên dewleta tirk ên li ser îmhakirina gerîla ji aliyê gerîla ve bi giranî têne têkbirin.
Yên çokê bi artêşa tirk didin tewandin milîtanên Apoyî ne
Çalakiyên li Bakur têne kirin û gerîlayên di van çalakiyan de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, ji aliyê HPG û YJA Starê ve bi raya giştî hatin parvekirin. Her wiha li metropolan jî Zarokên Agir febrîqe û wesayitên faşîstan dişewitînin. Medya tirk her carê dibêje ku ji ber sedemên xwezayî bûyer qewimîne, lê belê Zarokên Agir aşkere dikin ku çalakî ji aliyê wan ve hatine kirin. Ev mînak nîşan didin ku artêşa tirk nikare serî li zarokên kurdan bide tewandin. Di heman demê de nîşaneya têkçûna artêşa tirk e.
Em qala artêşeke welê dikin ku li hemberî gerîla êrîşên herî giran dike û teknolojiya serdemê bi kar tîne. Lê belê li hemberî vê teknîkê, li dijî her cûre rêbazên qirêj, rastiya gerîlayên modernîteya demokratîk heye ku têdikoşe û berxwedaneke mezin dike. Yên ku niha li çiyayên Kurdistanê, li herêmên mîna Zapê çokê bi artêşa tirk didin tewandin, milîtanên Apoyî ne ku xwedî îradeyeke xurt e. Dewleta tirk hewl dide veşêre jî gerîla rastiya şer bi temamî parve dike.
Ji dîmenên kamerayên gerîla tê dîtin bê artêşa tirk di vî şerî de çiqasî tengav bûye. Gerîlayên ku li gel êrîşên hewayî û bejahî û teknîka serdemê jî çalakiyan dikin, van çalakiyan jî bi belge dike û rastiya çalakiyan radixin pêş çavên her kesî, bêguman wê di vî şerî de bi ser bikevin.