Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rêxistinên xwe wek parêzvanên aştî û mafên mirovan binav dikin berpirsyarê tecrîd li ser Ocalan e’

Çalakvanê Siyasî Mihemed Nesredîn anî ziman ku rêxistinên xwe wek parêzvanên aştî mafê mirovan bi nav dike berpirsyarê tecrîda li ser birêz Ocalan e û wiiha domand: “Dewleta tirk ji aştiyê ditirse, ji ber wê tecrîd a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dike.”

Zêdetirî 2 sal û 5 meha ye tu agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ne nayê girtin. Rê nayê dayîn parêzer û malbat hevdîtinê pêkbînin. Derbarê sedemên girankirina tecrîda li ser Rêber Ocalan de Çalakvanê Siyasî Mihemed Nesredîn yê li Kerkûkê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Çalakvanê Siyasî Mihemed Nesredîn got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan, tirsa dewleta tirk a ji aştî û çareserkirina pirsgirêka kurd a li bakurê Kurdistanê nîşan dide. Bi rakirina tecrîdê dikare pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji bo pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dewleta tirk tecrîdê didomîne.”

Di dewamê de Mihemed Nesredîn destnîşankir ku divê dewleta tirk fêm bike ku fikra azad û hewldanên ji bo jiyanek azad tu demê nayê tecrîd kirin. Mihemed got: “Ji berku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye li Îmralî û ji cem birêz Ocalan destpê dike.”

Mihemed Nesredîn da zanîn ku bi tecrîda li ser Rêber Ocalan re dirutiya rêxistinên xwe bi navê mafê mirov û aştiyê binav dikin, aşkere dibe. Mihemed got: “Ji berku ev mijareke aştiyê û çareseriya pirsgirêka gelekiye. Mijarek ya mafan û aştîxwaziyê ye ku veguheriye bo çareseriya pirsgirêka netewek. Lê mixabin beşek zêde ji van rêxistinên ku xwe wek parêzvanên aştî û mafên mirovan binav dikin, girêdayî aliyên ku destên wan di nava komploya navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan de ne. Ev tecrîda li ser birêz Ocalan gelê kurd hîn zêdetir bi israr dike daku ji bo mafên xwe yên rewa xebat û têkoşîn bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar