Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK dewsa lêborînê ji gelê kurd bixwaze îxaneta xwe berfireh dike

Di 5’ê îlona sala derbasbûyî de çekdarên PDK′ê û artêşa tirk a dagirker êrîşeke hevbeş li dijî gerîlayan pêk anî û di encamê de 3 gerîla şehîd xistin û 2 gerîla dîl girtin. Lê heta niha çarenûsa gerîlayên dîlgirtî nayê zanîn û PDK’ê ev îxaneta xwe li her derê belav kiriye.

Çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 28′ê tebaxa 2021′an de li herêma Xelîfanê kemînek li hemberî komeke gerîlayên HPG û YJA Starê danî. Di encama kemînê de 6 gerîla şehîd bûn û gerîlayê din xwe xilas kir.  Di demekê de ku gelê kurd bang li PDK′ê dikir ku lêborîne ji malbatên şehîdên kemînê re bixwaze, lê çekdarên wê êrîş ên xwe li ser gerîlayan nesekinand.

Di 5′ê îlona 2022′yan de çekdarên PDK′ê û artêşa tirk a dagirker careke din êrîşî komeke gerîla ya ji 5 gerîlayan kirin û di encamê de 3 gerîla şehîd bibûn û 2 jî hatibûn dîlgirtin.

Di 7′ê îlona 2022′yan de HPG′ê têkildarî êrîş a hevbeş a PDK′ê û artêşa tirk a dagirker a li dijî gerîlayan daxuyaniyek weşand.

Di daxuaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “5’ê îlonê danê êvarê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrîşa balafirên keşfê hatin. Di vê komê de hevalên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê cih digirin. Li gorî agahiyên me girtiye di vê êrîşê de; 3 rêhevalên me şehîd bûn û 2 rêhevalên me jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku hêzên PDK’ê piştî êrîşê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin û hevalên me yên birîndar rakirin û birine. Heya niha em nizanin ku ji vê komê kîjan hevalên me şehîd bûne û kîjan birîndar in.

Aşkere ye ku li vê herêma ku ne qada şerê germ e, balafira keşfê ji nişka ve hat û bi şev komeke ku li eraziyê dimeşiyan tespît kir û li wan xist, nîşan dide ku hevalên me bi sîstemeke îstîxbaratî ya bi rêxistinbûyî ve hatine şopandin. Her wiha dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê û bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund jî rewşeke balkêş e.′′

Êrîş a hevbeş a li ser gerîlayan di raya giştî ya Kurdistanê de bû cihê nerazîbûnê  û banga aşkerekirina çarenûsa dîlgirtiyan hate kirin. Lê PDK′ guh neda daxwazên gelê kurd û li ser sûcê xwe bêdeng e. Her wiha PDK′ê ajantiya xwe bi dewleta tirk a dagirker re didomîne. Herî dawîn rayederekî PDK′ê bang li dewleta tirk a dagirker kir ku fermandarên tevgera azadiya Kurdistanê bike hedef.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar