Di daxuyaniya CDK-F û TJK-F de ev tişt hat diyarkirin ku divê hemû kurdên li Ewropayê dijîn çand û dîroka xwe biparêzin, beşdarî festîvala navneteweyî bibin û hat gotin: “Di van rojên ku dijmin êrîşî gelê me û destkeftiyên me yên li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dike, em gelê kurd ê welatparêz jî bersiveke xurt bidin dijminên gelê kurd û Kurdistanê.”
CDK-F û TJK-F: Bi girseyî beşdarî festîvalê bibin
CDK-F û TJK-F diyar kir ku divê em bersivek xurt bidin dijminên gelê kurd û Kurdistanê û wiha domand: “Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn ku wê di 9'ê îlonê de li bajarê Frankfûrtê ya Almanyayê were lidarxistin, bi girseyî beşdar bibin.”