Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Efrîn bûye hêlîna sûcên dewleta tirk

Dewleta tirk a dagirker piştî Efrînê dagir kir sûcên dermirovahî yên li hemberî welatiyan jî zêde bûn. Di destpêka meha îlonê de jî welatî ji hêla çeteyên tirkan ve tên revandin. Di meha tebaxê de herî kêm 62 kes hatibûn revandin.

Hêza paramîlîter a dewleta tirk a dagirker ku navê ‘Polîsên leşkerî’ lê kirine û li herêma Efrîn a dagirkirî sûc dike. Dewleta dagirker a tirk li aliyekî welatiyan direvîne û li aliyê din jî xwezaya Efrînê wêran dike. Çeteyên dewleta tirk li taxa Eşrefiyê kesek revand. Hat zanîn ku kesê hatî revandin navê wî Mistefa Henan Mihemed (44) ê ji gundê Şerqiya yê navçeya Bilbilê ye.
Ciwanek revandin
2’ê îlonê çeteyên “Ewlehî” yên dewleta tirk ji gundê Dêr Siwan ê navçeya Şera ciwanê bi navê Elî Nebo Osman (25) revand. Ji bo berdana ciwanê ku aqûbeta wî nayê zanîn, 10 hezar dolar fîdye ji malbata wî hatibû xwestin.
Dewleta tirk ji sala 2018’an û vir ve li Efrîna dagirkirî, rejîmeke terorê ava kiriye. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê dewleta tirk û çeteyên wê di meha tebaxê de 62 welatî revandin ku 6 ji wan jin bûn. Hat diyarkirin ku yek ji jinên hatî revandin rastî destdirêjiya çeteyan hatiye.
Dewleta tirk sûcê dijmirovahiyê dike
Di di navbera meha çile-tîrmehê de jî herî kêm 208 kes hatin revandin. 17 hezar dar hatin birîn. Rêxistina Mafên Mirovan wiha qala sûcên sîstematîk ên dewleta tirk kiribû: “Dewleta tirk a dagirker li herêmê ji xeynî komkujî, revandina mirovan, şîdet, fîdye, desteserkirina mal û milkê gel, bi sûcên firotina kel û pelên desteserkirî û qirkirina xwezayê mafên mirovan binpê dike.”
Zarokan digirin
Di 8 mehên destpêkê yên salê de, li herêmên Efrîn û Şehbayê di encama teqînan de 15 zarok hatin qetilkirin û 16 zarok birîndar bûn, 4 zarok rastî destdirêjiyê hatin, 9 zarok hatin girtin, di encama êrîşa zayendî û êşkenceyê de zarokek hat qetilkirin, 6 ji wan birîndar bûn, yek jê pitik 8 zarok hatin revandin, 6 zarok jî di encama êrîşê de hatin qetilkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar