Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Jîngehparêz: Li dijî çekên kîmyewî divê em xwedî helwest bin

Jîngeparêzên Silêmaniyê diyar kirin ku dewleta tirk a dagirker ji ber bêdengiya wan çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha gotin: “Dewleta tirk niha li ser Kurdistanê çekên kîmyawî bikartîne. Divê em hemû xwedî helwest bin, ji ber dewleta tirk ji ber bêdengiya me çekan bikartîne.”

Dewleta tirk a dagirker li rexa êrîş û bombebaranên li ser başûrê Kurdistanê, li dijî gerîlayên azadiyê, xelkê sivîl û jîngehê jî çekên qedexe û kîmyewî bikartîne. Derbarê mijarê de jîngeparêzên Silêmaniyê ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Jîngeparêz Cotyar Reşîd da zanîn ku piştî raperîna başûrê Kurdistanê, dagirkerên Kurdistanê zanîn ku ew êdî nikarin bi şer û dagirkeriyê gelê kurd ji holê rakin û wiha pêde çû; “Ji ber vê jî biryar dan ku şer veguherînin, şerê taybet û berê xwe dan nav civak û hemû aliyên jiyanî. Niha balafirên dewleta tirk a dagirker, tevahî başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Di nav de çekên qedexekirî û kîmyewî bikartînin. Di hemû êrîşan de agir bi daristan, xwezaya herêmê dikeve û dişewite. Di encamê de dukêla wan çekan belavî jîngeh û herêmê dibe.”

Cotyar Reşîd dawiya axaftina xwe de got ku hemû pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê, ji ber sîstema desthilata li herêmê, divê sîstem bikeve xizmeta civaka Başûr.

Jîngeparêza bi navê Yerîvan Şaswar jî li ser heman mijarê axivî û da zanîn ku çekên kîmyawî ên ji aliyê dewleta tirk ve tên bikaranîn, di cihanê de hatine qedexekirin û bandorek xirab li ser jîngeha Kurdistanê dike. Yerîvan sedema bikaranîna çekan bi bêdengiya rewşenbîr, jîngeparêz û hemû aliyên din ve dide girêdan û wiha dom dike; “Li dijî van êrîşan, helwestek kêm ya jîngeparêz û aliyên din heye. Çekên kîmyewî li ku hatine bikaranîn, çend caran hatine bikaranîn û ji bo çi bikartînin? Bersiva vane hemû zelale. Divê jîngeparêz, aktivîst û rewşenbîr ji bo rawestandina êrîşên li ser xak, welat û neteweyê, xwedî helwestek diyar bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar