Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rûspiyên herêma Firatê piştgiriya ji bo QSD’ê ragihandin

Rûspiyên eşîrên herêma Firatê têkildarî operasyona operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ û QSD’ê hatin cem hev û ragihandin ku divê serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê ji fîtneyê hişyar bin û banga piştevaniya operasyona QSD'ê kir.

Rûspiyên eşîrên Herêma Firatê Bi dirûşmeya “Ji bo destekdayîna operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ û QSD’ê” rûspî û serokeşîrên herêma Firatê û MSD’ê li navenda MSD’ê ya Reqayê civîneke eşîrî li dar xist. Di civînê de rûspî û serokeşîrên Reqa, Herêma Firatê, Meclisa Rûspiyan û endamên Nivîsgeha Têkiliyan ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

Di serî de endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Emel Dede axivî û diyar kir ku ew ji bo nîqaşkirina zehmetiyên li pêşiya wan tên derxistin hatine cem hev. Emel bal kişand ser rola qebîle û eşîran û wiha pêede: “Ew pergeleke civakî ne ku dîroka wê vedigere bi sedan salan berê. Rolekê di xurtkirina civakî û biratiya gelan de dilîze. Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser de, me gelek destkeftî bi dest xistin. Di oxira wê de heta îro, hejmareke ne kêm şehîd û birîndar dane.”

Ebû Xewle li dijî rêziknaya QSD’ê tevgeriya
Piştre, endamê Nivîsheha Têkiliyên Leşkerî ya Herêma Firatê Mustefa Balî derbarê rewşa Dêrazorê de ev tişt anî ziman: “Berî 3 mehan şandeyên serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê serdana fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir û jêre doz û zehmetiyên xwe anîn ziman. Hemû şandeyan diyar kir ku bazirganiya madeyên hişbir sûcekî terorî ye. Herwiha rûspî û serokeşîrên Dêrazorê teqezî bi girîngiya dûrxistina Ebû Xewle kir, lê ev dûrxistin wek şerekî di navbera kurd û ereban de hat diyarkirin, Ebû Xewle ji bo nîqaşê hat vexwendin lê wî ew vexwendin red kir û di encamê de ew hat girtin ji ber ku li gor rêziknameya QSD’ê û qanûnên leşkerî neçû.”

Serokeşîr û rûspiyên beşdar, nêrînên xwe der barê civînê de parve kirin ku endamê Meclisa Rûspiyan ya Reqayê şêx Elî El Salih daxuyand ku hemû pêkhateyên herêmê yekin û wiha got: “Em bi kurd, ereb û suryanên xwe yek in û divê serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê ji fîtneyê hişyar bin.”

Rûspiyê eşîra El Bû Cabir şêx Nayêf El Dêf destnîşan kir ku divê ji bûyerên li Siwêdayê ders bê girtin û ev tişt anî ziman: “Dijmin pir in û dixwazin kirîzan li gor berjewendiyên xwe bikar bînin. Ev jî dihêle em li hember projeya xwe ya demokratîk zêdetir berpirsyar bin.”

Bi QSD’ê re jiyaneke aram dijîn
Rûspiyê eşîra Mûsa El Zahir, şêx Îbrahîm El Mutasêm El Hadî wiha got: “Hin kes hene dixwazin di êlên me yên li Erebistana Siûdî û Qeter û dewletên din de fîtneyê peyda bikin. Divê ev propaganda bê rawestandin, em tev QSD’ê jiyaneke aram dijîn û em rê nadin fîtneyê ku derbasî herêmên me bibe.”

Serokeşîrê El Bû Xemîs, şêx Hisên El Raşid nêrînên beşdaran wiha bersivandin: “Tiştê dibe fîtneyeke ku dewletên herêmî xwest wê bikar bînin û di nav eşîran de tevliheviyê peyda bikin, lê belê kesên aqilmend û QSD’ê ev rewş kontrol kir û fîtne bidawî kir, em jî bi navê eşîrên Ereb li dijî vê fîtneyê ne.”

Beşdaran di dawiyê de li ser encamnameyekê li hev kir ku ji aliyê Emel Dede ve hat xwendin. Encamname wiha ye:

“Destekdayîna operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD’ê.

Rêgirtina li ber destwerdana derve di karûbarên hindirîn de.

Destekdayîna Rêveberiya Xweser di têkoşîna wê ya li dijî gendeliyê de.

Bûyerên Dêrazorê fîtneyeke derve ye bi armanca têkbirina aramiya herêmê ye.

Têkoşîna li dijî hişbirê û cezakirina sûcdaran.

Çalakkirina rola eşîran di çareserkirina dozên herêmê de.

Kesên ku erkên xwe ji bo armancên din bi kar tînin divê hesab ji wan bê pirsîn.

Başkirina rewşa jiyanî û xizmetgûzariyê.

Hişyarkirina gel di warê siyasî de

Xurtkirina eniya hindirîn.

Çalakkirina diyaloga Sûriyeyî Sûriyeyî.

Teqezkirina pîroziya xwîna Sûriyeyî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar