Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dest bi rêzeçalakiyan dikin

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bernameya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkara kir. Însîyatîfê ragihand ku ji Cizîrê heta Dirbêsiyê dê rêzeçalakiyan li dar bixin.

Nerazîbûnên li hemberî tecrîda muqlet a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin her roj mezin dibe û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî tên li dar xistin. Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkara kir. Daxuyanî bi amadebûna endamên însiyatîfê, nûnerên meclis û saziyên civaka sivîl li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê hat xwendin. Endamên însiyatîfê Mistefa Ehmed û Safiya El Giûd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e” were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji wefadarî û dilsoziya me bi Rêberê mirovahiyê û xwediyê projeya biratiya gelan, di bin dirûşma ′Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e ′, em hevgirtina xwe bi Rêber Apo radighînin û berxwedana wî ya li hemberî dewleta tirk a faşîst bi bîr tînin. Dewleta Tirk a faşîst Rêbertî ji mafên wî yên herî biçûk mehrûm kiriye û tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye. Bii vê yekê tevahî pîvan û qanûnên naveteweyî yên mafên mirovan bin pê dike.

Ji vir civak û hemû pêkhateyên herêma Cizîrê dê dest bi rêzeçalakiyan bike. Her wiha dê li ser asta herêma Cizîrê; Dêrik, Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê kon ji bo du rojan werin vegirtin. Ev çalakî dê bi meşeke silavkdayîna berxwedana Rêbertî bi dawî bibe. Dê dê ji raya giştî, hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan werin xwestin ku zagon û yasayên xwe yên têkildarî mafên mirovan bi cih bînin û li hemberî kiryarên dewleta tirk bisekinin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar