31’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin û ji zû ve ye didome ye, îsal bi dirûşma “Di salvegera 100’emîn a Lozanê de çareseriya pirsgirêka kurd, statu ji Kurdistanê re” li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê hat lidarxistin. Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran Kurdistanî yên ji welatên cuda yên weke Almanya, Swîsre, Belçîka, Îtalya, Awûstûrya, Hollanda, Swêd û Fransayê, herikîn Rebstockparkê ku mihrîcan lê bû. Di mihrîcanê de bal kişandin ser daxwaza statuya Kurdistanê,azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji 31’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî re peyamek nivîskî şand.
Peyama Bayik bi vî rengî ye:
“Destpêkê em mihrîcana we silav dikin û ji we tevan re serkeftinê dixwazin. Îro li hemberî êrîşên mêtinkarî û qirkirina li ser gelê me çi li Avaşîn, çi li Zap û Metînayê, çi li temamî Herêmên Parastina Medyayê, çi li zîndanan û li hemû qadên têkoşîn û berxwedanê rojane şehîdên em didin bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê armancên wan pêk bînin û bîranînên wan bidin jiyandin.
Gelê me yê birûmet û hunermendên hêja; Şehîd û qehremanên çand û hunera Kurd hene ku îro jî hestên me radikin ser piyan, hêz û moralê didin me. Egîdê Cimo, Fatma Îsa, Aram Tîgran, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo, Tahsîn Taha, Merziye Rezazî, Erdewan Zaxoyî, Şêrko Bêkes, Yilmaz Guney, Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Cîzrawî, Meyrem Xan, Eyşe Şan, Hêvî Şanoger, Yekta Herekol, Sarya, Alî Temel, Hogir, Hozan Dilgeş, Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhed, Xelîl Dag, Mîr Perwer û gelek hunermend û qehremanên çand û hunerê yên hêja hene. Bi wesîleya Mihrîcana Çanda Kurd van kesayetên nemir careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê di heman demê de ew ê armancên van kesayetên nemir teqez pêk bîne.
Rêber Apo ji bo çandê kedeke bêhempa da
Rêber Apo, ji bo çand û hunera Kurd pêş bikeve kedeke bêhempa da, ji bo wê jî em minetdariya xwe li hemberî Rêber Apo tînin ziman. Rêber Apo li Îmraliyê mezintirîn berxwedana mirovê azad a dîrokî nîşan dide. Bi vê wesîleyê ez berxwedana Rêber Apo ya dîrokî silav dikim; silav, hezkirin û hurmeta xwe diyar dikim. Her weha ew hunermendên hêja ku li Îtalyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konser dayîn jî bi rêzdarî silav dikim.
Gelê me yê bi rûmet û hunermendên hêja; Tê zanîn ku jiyaneke çand û huner lê tine be, jiyaneke seqet, belavbûyî, ziwa û sexte ye. Bê çand û huner jiyan nabe. Ji bo vê jî dewletên netewe, hêzên modernîteya kapîtalîst, hemû hêzên serdest, ji bo mirovahiyê ji rê derxin, araste bikin, ji kevneşopiyên wan qut bikin, di qirkirinê re derbas bikin, siyasetên qirkirinê yê taybet dimeşînin. Di dîrokê de ti carî bi qasî serdema dewletên netewe li ser netewe û civakan siyasetên qirkirinê nehatine meşandin. Modernîteya kapîtalîst, çand û hunerê wekî sektorekê dinirxîne. Bi qasî amûrên şer ên xedar, bi rêbazên ku jê rê dibêjin hêza nerm ên çandî jî dixwazin mirovan û civakan araste bikin. Her berxwedan û têkoşîna li dijî van siyaset û êrîşan pîroz in. Lewra çand, paşeroj û rastiya gelan e. Her mirov û civak, li ser kokên xwe şîn dibin, dijîn û pêş dikevin. Çawa ku giyayêk ji kokê werê rakirin hişk dibe, ev ji bo mirov û civakan jî wisa ye.
Bêguman ji her kesî zêdetir Kurd rastî siyasetên qirkirina çandî hatine. Hêzên mêtinkar û qirker hê jî ji bo civaka Kurd tine bikin her rêbazê bê sînor bi kar tînin. Taybet bi qetlîama spî ziman, çand û hunerê qetil dikin. Lê dîsa jî gelê Kurd ti caran serê xwe netewandiye, her tim li ber xwe daye, ji bo azadiya xwe têkoşiyaye, ji hemû hêzên azadî û demokrasiyê re jî dibin çavkaniya hêza moral û hêviyê. Ev jî bi saya ku li çanda xwe xwedî derketine pêk hatiye. Bi taybet jî çanda dengbêjiyê di vê mijarê de rolekî sereke lîstiye. Ji bo vê jî Rêber Apo got ku gelê Kurd di dîrokê de li hemberî dagirkeriyê bi muzîkê li ber xwe daye.
‘Têkoşîna me nirx û derfetên gelekî mezin afıraniye’
Gelê me yê bi rûmet û hunermendên hêja; Niha gelê Kurd xwedî awantajên mezin e. Têkoşîna me ya 50 salî nirx û derfetên gelekî mezin afirandin e. Têkoşîna destanî ya Rêber Apo, gerîlayên li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê, Dîlên Azadiyê yên li zîndanan, afirandina berhemên mezin pêwîst dikin. Ev berxwedanên dîrokî pêwîst e bi berhemên edebî, hunerî, wekî helbest, stran, fîlm, resîm, peyker, destan û hwd. bên tacîdarkirin. Bi taybet jî mirovên di nav xebatên çand û hunerê de cih digirin divê vana gelekî baş binirxînin. Bi saya bi dehan hezaran şehîdan, Kurd îro ronesansa xwe dijîn û heta bi Rojhilata Navîn jî ronesansê didin jiyandin. Ji bo civakekê felaketa herî mezin, li çand û hunera xwe ya kevnar û dîrokî xwedî derneketine. Rêber Apo hem li çand û hunera Kurdan a kevnar û dîrokî xwedî derket hem jî bi têkoşîna PKK’ê re çandek afirand. Bi vê yekê hêz da Kurdan ku ji bo azadiya xwe şer bikin û îlhamê bidin tevahiya mirovahiyê.
Hunermend ew e ku civakparêz be û civakîbûnê esas bigire. Hêza xwe jî ji vê bigire û bi hunera xwe civakîbûnê jî xurt bike. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst li dijî civakîbûnê ye, her tim dixwaze populîzmê, ferdperestiyê û madiyatperestiyê pêş bixe. Bi vê yekê hunerê û hunermendan dike rewşeke ticarî û ji armancên wan dûr dixe. Di encamê de bi vê siyaseta xwe hem jiyanê û civakê hem jî huner û hunermandan dikuje. Lewra çand û huner, di avakirina zîhniyet, kesayet û jiyana civakî de rolekî gelekî mezin dilîzin. Di pêşxistina afirîneriya civakê de û her wiha parastina pêşeroja civakekê de rola çand û hunerê gelekî mezin e. Ji bo wê jî hunermend, pêşeng û rewşenbîrên civakê ne, teşe didin civakê. Pêşxistin û parastina taybetmendiyên civakî yên exlaqî û polîtîk, wezîfeya hunermendan e.
Her tişt bi zîhniyetê dest pê dike û tê qezenckirin. Rêber Apo, ji bo zîhniyet, kesayet û jiyana Kurdan pêş bixe, gelek têkoşîn meşand. Ji bo vê felsefe, bîrdozî, rêbertî, rêxistin, mîlîtan, gel, jiyan û têkoşîna vê zîhniyetê pêş xist. Di encama vê de gelê Kurd, gihand asta gelekî tê hezkirin û mînak tê girtin. Wezîfe û berpirsyariya hunermendan jî ew e ku van rastiyan di nav gelê Kurd û gelên din ên cîhanê, di qada navneteweyî de hê zêdetir pêşve bibin. Hemû zehmetî, astengî, şaşîtî û kêmasî bi zîhniyetê têne derbaskirin. Ji bo wê jî Rêber Apo wezîfeya ‘Şoreşa Wijdan û Zîhniyetê’ danî pêşiya me. Çunkî zîhniyet û wijdan, di mirovan de têgihiştin, cesaret, biryar û îradeyê pêş dixîne.
Êrîşên modernîteya kapîtalîst tenê bi têkoşîna leşkerî nayê şikandin
Êrîşên modernîteya kapîtalîst, qirker, hevkar û xayînan tenê bi têkoşîna leşkerî nayên şikandin. Ji bo ev êrîş werin şikandin, di esasê xwe de pêwîst e em di qada bîrdozî de şer û têkoşînê pêş bixin. Em dikarin van êrîşan, bi têkoşîna di qada çand û hunerê de pêş bikeve, bişkînin. Hunermend ziman, dil û mejiyê civakê ne. Pirsgirêkên civakê dibînin, fêm dikin û ji bo çareseriya wan ji civakê re pêşengtiyê dikin. Hunermendên Kurd û Kurdistanê, pêşengên şekildayîna civaka nû û ronîbûnê ne. Dewleta mêtinkar û qirker dixwaze Kurdan tine bikin. Wezîfeya hunermendan jî li dijî vê pêşxistina têkoşînê ye. Eger qasî ku tê xwestin hunermend têkoşînê nameşînin, divê bandora modernîteya kapîtalîst û dewletên netewe fêm bikin, hestên xwe yên welatparêzî û şoreşgeriyê di ber çavan re derbas bikin û xurt bikin. Wê wextê ew ê xweziya xwe bi van hêzan neyînin, di bin bandora wan de nemînin, ew ê li dijî van hêzan hêrseke mezin bi wan re çêbibe, ew ê vê veguherînin hişmendî û têkoşînê.
Hunermend ti caran li pêşiya xwe astengiyan danayne. Hunermend ti caran bi yên heyî qîma xwe nayîne. Hertim di nava lêgerîn û xwe nûkirinê de ye. Şopdarê heqîqetê ye. Tiştên ku kirine kêm dibînin, di nava hewldanên ku hê zêdetir bikin, ya baş û bedew pêşbixînin de ne. Ku berevajî vê tevbigere tiştekî ku bide civakê ew ê nebe. Hunermend armanca civakê ya azadiyê zindî dihêle, di civakê de moral, coş, heyecan û îradeya têkoşînê pêşdixîne.
Li holê têkoşîneke destanî heye
Têkoşîneke destanî heye. Li cîhanê hêzên têkoşîna azadî, demokrasiyê didin ji vê moral digirin û hêviyên xwe mezin dikin. Herî zêde jî divê di ferden Kurd û Kurdistanê de bê jiyîn. Lê di van salên dawî de paşveçûyînek tê jiyîn. Ev rewşeke berevajî pêşveçûyînê ye. Divê ev yek bê bihurandin û berhemên pir bi qalîte derkevin holê. Divê di qada hunerê de jî li cîhanê temsîla têkoşîna li Kurdistanê pir serkeftî bê kirin.
Gelê me yê birûmet û hunermendên hêja; Di dîroka têkoşîna 50 salî de em di pêvajoya herî krîtîk de ne. Qasî talûkeyan fersendên mezin jî hene. Talûke tenê ji modernîteya kapîtalîst û dewletên mêtinger-qirker nayê. Ji xeta îxanetê ya Kurdên hevkar ku bi qirkeran re diçin ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê tê. Li dijî vê berxwedana Rêber Apo, gerîla û gelê me hene. Ev berxwedan li dijî piştgiriya NATO û artêşa 2’yemîn a NATO’yê tê dayîn. Ev pêvajo berdewam dike.
Gelê me yê li Ewropayê, divê dil û mejiyê wê li Kurdistanê be. Hemû derfetên xwe divê ji bo vê seferber bikin. Gelê me yê li Ewropayê her tim bi erênî rol lîstiye. Ez bawer dikim ji niha û pêde jî ew ê dewam bike, ji niha de tevlîbûn û têkoşîna gelê me yê li Ewropayê pîroz dikim. Lazim e hunermend û kedkarên çandê û gelê me yê li Ewropa, parezvanî û pêşxistina çand û zimanê Kurdî, weke wezîfeyeke sereke ji xwe re bihesibînin. Pêwîst e hemû Kurd bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin, zarokên xwe jî bi awayekî çanda Kurdê azad perwerde û mezin bikin.
Rêber Apo got, “Çand beden e, ziman beden e, erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkevin.” Ev talîmat û perspektîfeke jiyanî ye û her tim ji bo me tevan derbasdar e. Niha bi awayekî fîzîkî hûn ji welat dûr in; lê divê ti carî hûn bi dil û mejî ji welat û axa xwe dûr nekevin. Girêdana gelê me ya li welat, çand, ziman û têkoşîna ji bo azadiya welat divê her tim gur û geş be. Gerek wisa be ku xewnên we jî divê ne Ewropayî bin, xewn û xeyalên we jî divê Kurdistanî bin, her tim li ser çanda we û welatê we be. Çand ax e, welat e, çandinî ye, ked e. Jiyan bi xwe ye.
Divê konservatûarên hıunerê were vekirin
Bi vê armancê bêyî ku bi derengî bikeve divê konservatuareke hunerê were vekirin. Li qada navneteweyî bi xebatên çand û hunerê yên têkoşîna azadî û demokrasiyê re têkilî dayne, piştevaniyê pêş bixîne. Di muzîk, sînema, şano, edebiyat, folklor, resîm, peykersaziya Kurd de wexta pêngavan e.
Gelê me yê birûmet û hunermendên hêja; Divê em bizanibin têkoşîna me ya sereke azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Divê em di vê ferqê de bin ku esas 25 sal in gelê Kurd dîl hatiye girtin. Eger me, bi temamî weke gelê Kurd û dostên gelê Kurd erk û berpirsyariya xwe tam bi cih bianiya, bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo re ew ê gelê Kurd jî bigihîşta azadiya xwe. Îro li her derê çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk tên. Ev çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo her roj ew ê hîn zêdetir pêş bikevin. Rola çand û hunerê di hemleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo de roleke girîng û sereke ye. Em bawer in hemû hunermend û kedkarên çand û hunerê ew ê ji vê pêngava dîrokî re pêşengtiyê bikin. Di vê wateyê de em careke din 31’emîn Mihrîcana Çanda Kurd pîroz dikin û bawer dikin ku ev mihrîcan ew ê vê rola xwe ya dîrokî bilîze. Bi vê wesîleyê ji hemû hunermend û welatparêzên hêja re silav, hezkirin û hurmetên xwe dişînim, ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”