Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hunermend Beytocan çû ser dilovaniya xwe

Hunermendê Kurd Beytocan ku demeke dirêj li Swêdê ji ber kanserê dihate dermankirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Beytocan (Beytullah Gunerî) ku demeke dirêj li Swêdê ji ber kanserê dihate dermankirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Hunermendê Beytocan sala 1955’an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6.5 salan li girtîgehê hate hiştin û sala 1987’an hate berdan. Beytocan demeke dirêj ji ber kanserê dihate dermankirin. Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çenga wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî. Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya ‘Yan mirin yan Diyarbekir’ li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide, di hevpeyvînekê de diyar dikir ku di nava bêderfetiyê de wî karên xwe yên hunerê kiriye.

Beytocan sala 1990’î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991’ê de neçar ma koçî Swêdê bike.Malbat û dostên wî ragihandin ku hunermend Beytocan ê 68 salî vê sibehê li Stockholmê wefat kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar